• Saturday, 27 April 2024
logo

Mike Tyson piştî 15 salan vedigere rîngê

Gulan Media November 19, 2020 Corane
Mike Tyson piştî 15 salan vedigere rîngê
Şampiyonê boksê yê berê Mike Tyson bi pêşbirka nimayişê ya ku dê roja Yekşemê 29ê Mijdarê bi Roy Jones re bike, piştî 15 salan cara ewil derkeve rîngê.

Hevrikiya Mike Tyson û Roy Jones 29ê vê mehê dê li Dignity Health Sports Parka li Los Angels a bajarê Amerîkayê bê lidarxistin û ji televîzyona S Sport Plusê zindî bê weşandin.

Hevrikiya di navbera Tyson ê 54 salî ku herî dawîn di 2005an de derkete pêşbirkê û Roy Jones ê 51 salî ku 2 sal e boksê nake de dê 8 raunt be.

Tyson ku di kariyera wî de 50 serkeftin û 6 têkçûnên wî hene di 1986an de dema 20 salî bû Trevor Berbick navakvt kiribû û bibû “şampiyonê herî ciwan a sikleta giran”.

Jones ku di çar sikletên cuda de kembera şampiyonayê qezenc kiriye 66 caran bi ser ketiye û 9 caran ji wî birine.

Rudaw
Top