• Friday, 29 March 2024
logo

Qedexeya hinartin û hawirdekirina zêr li ser Herêma Kurdistanê rabû

Gulan Media November 17, 2020 Corane
Qedexeya hinartin û hawirdekirina zêr li ser Herêma Kurdistanê rabû
Berdevkê sendîkaya zêrîngirên Kurdistanê ragihand, hinartin û hawirdekirina zêr dîsa li Herêma Kurdistanê dest pê dike.

Berdevkê sendîkaya zêrîngirên Kurdistanê, Hendirên Wertî ji BasNewsê re got, ev çend meh bûn hikûmeta Iraqê hinartin û hawirdekirina zêr li firokexaneyên Herêma Kurdistanê û çend bajarên Iraqê dabû sekinandin. Lê me sebeba wê yekê zanî.

Hendirên Wertî her wiha got, sebeba wê jî ew bû ku hikûmeta Iraqê gotibû heta li nav firokexaneyan de navenda pişkinîna zêr venebe, ew nahêlin zêr were hinartin yan jî were hawirdekirin.

Berdevkê sendîkaya zêrîngirên Kurdistanê da zanîn, ji ber wê jî wan li firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê navendên pişkinîna zêr vekirin û got, êdî ji vir û pêde dê hinartin û hawirdekirina zêr mîna berê normal bibe.

Basnews
Top