• Friday, 26 April 2024
logo

Li Hewlêrê festîvala hinaran birêve diçe

Gulan Media November 15, 2020 Corane
Li Hewlêrê festîvala hinaran birêve diçe
Îro 15.11.2020ê li Hewlêrê festîvala hinaran birêve diçe û dê du rojan berdewam bike. Di festîvalê de hinarên Helepçê jî dê bên pêşandan, herwaha hindek tiştên navxweyî û dest çêkirî jî dê bên pêşandan.

Azad Mihemed Ebdula yê ku wek cotyarê nimûne yê Kurdistanê tê nasîn ji BasNewsê re ragehand, îro bi dirûşma ‘’Pêngava nirxdana berhemên navxweyî’’ ve festîvala hinaran li parka Şanedar a Hewlêrê destpê kir û dê du rojan berdewam bike. Demjimêr 09:00ê heta 10:00ê şev berdewam dike.

Herwaha got, 1500 sindoqên hinaran li festîvala Hewlêrê dê bên raxistin û armanc pêşandana berhemê navxweyî ye.

Azad Mihemed Ebdula got, naha 300 heta 350 ton hinar amadene, lê ‘’Ez naxwazim wek mijarekî bazirganiyê lê binêrim, ew hinarên têne Hewlêrê, li cîhê xwe jî heman nirxî tên firotin, ez dixwazim tiştên navxweyî bên pêşandan û ew tişta bê pêşxistin.’’

Herwaha ragehand, dê demeke nêzîk de bi mekanîzmayekî ve 10 heta 12 tonan bo Brîtanya bişînin û giringiya zêdetir ji berhemên navxwe re dê bidin.

Basnews
Top