• Saturday, 20 April 2024
logo

Çîroka serkeftina jineke kedkar a Kurd li Îranê

Gulan Media November 12, 2020 Corane
Çîroka serkeftina jineke kedkar a Kurd li Îranê
Di civakekê de ku rêjeya karkirina jinan kêm e, karên giran û yên ku piranî mêr encam didin, ji bo jinan ne tenê bi dest nakeve, belkî weke henekekê jî lê dinêrin.

Miryem Rûhanî ev yek berovajî kiriye. Dema ku dest bi ciwankariya otomobîlan kir. Bi taybetî di warê Dîtîrlîngê de kar dike, tevî serkeftin di kar de, ew niha waneya fêrkariyê jî li zanîngihan dibêje.

Miryem dibêje, “ev 3 sal in li Îranê kar dikim” û niha ew weke keçeke serkeftî di karê xwe de tê dîtin, lê wê bê asteng û zehmetî jî negihandiye wir.

Dema ku li kargeheke biçûk kar dikir, bê miştreî dima, ji ber ku xelkê digot, ew otomobîlên xw enadin destê jinan, ji ber ku karê otomobîlan ne yê jinan e.

Lê ew dest ji karê xwe bernade, heta ku dibe hosteyeke baş û di be masotaya zanîngehê jî.

Miryem Rûhanî dibêje, “Berê di welatê me de nirxa otomobîlan erzan bû û otomobîlan rola kalayeke mesrefî hebûn, xelkê gelek xwe nedida aliyê nûjenkirin û Dîtîlîngê daku rengê otomobîlên xwe biparêzin, Lê di van salên dawiyê de ku nirxa otomobîlan gelek giran bûye, xelkê berê xwe daye Dîtîlîngê, ji bo ku rengê otombêlên xwe biparêzin, ji ber ku niha otomobîl bûye weke kalayeke sermaye. ”

Miryem keça Kurd a Xorasanê ye û ji gundê Aximzar yê serbi bajarê Bêcnurdê ji dayîk bûye. Niha temenê wê 33 sal in û karê wê jî demekê kete çarçoveya pîşegeriyê de, dema ku ji bo perwerdeyê heyamekê çûbû Stenbola Tirkiyê.

Niha ku nirxa otombêlan li Îranê gelek giran bûye, bazara pîşeya wê keça Kurd jî gerim bûye.

Yek ji berpirsên wî cihê otomobîlan dibêje, “Beşa Dîterlînga me bi serperiştiya xanima Rûhanî gav bi gav pêşve diçe, her roj baştir ji roja berê ye. Cihê keyfxweşiya me ye ku em sûdê ji xizmetguzariyên wê dibînin.

Keda Miryemê encamên hostayiya wê jî debras kirine, bûye sedem ku niha rêjeyeke zêdetir ya jinan karên ciwankariya Otomobîlan biikin. Ew berdewame jî ji perwerdekirina qutabiyên xwe.

Rudaw
Top