• Saturday, 20 April 2024
logo

Bîlal Sehmî li Duhokê 13 sal e şêran xwedî dike

Gulan Media November 9, 2020 Corane
Bîlal Sehmî li Duhokê 13 sal e şêran xwedî dike
Bîlal Sehmî ciwanekî bajarê Duhokê ye, ev dema 13 salan e çavdêriya şêran dike.

Ajalhez Bîlal Sehmî yê 25 salî niha di nav baxçeya ajelan li Duhokê de çavdêriya şêrên Afrîkî dike û weke bixwe dibêje ew di zaroktiya xwe de şêran xwedî dike û gelek di karê xwe de şareza bûye.

Bîlal Sehmî ku nîvê jiyana xwe di nav şêran de derbas kiriye, rojane xwarinê dide şêram û şûştina wan dike, lewma ew ligel şêran bûne weke dostên nêzîk û şêr wî baş nas dikin û heta niha ti ziyanek negihandine wî.

Rahênerê Şêran Bîlal Sehmî ji Rûdawê re got: “Min ji biçûkatiyê ve xwedî kirin, ji ber wê yekê kedî bûne. Ez rojane çavdêriya wan dikim û xwarin û vexwarina wan didim û paqijiya wan dikim. Divê mirov ji biçûkatiyê ve wan xwedî bike, dema min dest bi xwedîkirina wan kir ew 20 rojî bûn. Niha kedî bûne em li heman cihî şêr û pilingan bi hev re xwedî dikin.”

Kedîkirina şêran ji 20 rojiyê berdewam dike û heta 2 sal nîvê berdewam dibe û piştî 2 sal û nîvê divê ew êdî qefesan bêne xwedîkirin.

Bîlal Sehmî da zanîn ku wî gelek têjikên şêran kedî kirina firotine baxçeyên ajelan li bajarên cûda weke Hewlêr, Mûsil, Besra û Kerkûkê.

Geştyarê bi navê Ebdal Xelîl jî dibêje: “Ev cara duyem e ez şêran dibînim, lê bi rastî me şerê Afrikî nedîtibûn, spas ji Xwedê re li vê derê hene. Em îro ji Mûsil û Tileferê hatine û me got em serdana Hewlêr, Duhok û cihên geştyarî bikin.”

Bo yekem car şêrê Afrîkî di sala 2001ê de kesek bi navê Sultan biriye parêzgeha Duhokê.

Rudaw
Top