• Thursday, 25 April 2024
logo

Çêkirina Doşava Tirî li Bedlîsê

Gulan Media October 26, 2020 Corane
Çêkirina Doşava Tirî li Bedlîsê
Li navçeya Xîzanê ya ser bi parêzgeha Bedlîs a Bakurê Kurdistanê ve, dema berhemanîna Doşavê ji tirî destpê kiriye.

Li gundê Pîsyan ku bi tirkî navê wê kirine Harmandoven, gelek bax û rezên tirî hene û piştî berhevkirina berhemên tirî ji aliyê welatiyan ve, di demsala payîzê de gundî dest bi çêkirina Doşavê dikin.

Abdulkerim Aydogdu kalemêrekî 70 salî yê niştecihê gundê Pîsyanê ye û bi gotina wî bi xwe, ew zêdeyî 46 salan e Doşavê ji tirî çê dike.

Gundî Dûşava xwe ji bo firotinê dibin Bedlîs, Tetwan û Xîzanê. Abdulkerim Aydogdu herwiha dibêje, ji derve jî xelkek tên gund û daxwaza Doşavê dikin. Em ji Tetwan, Sêrt û Êlihê bi awayekê berdewam daxwazên kirîna Doşavê werdigirin. Em her kîloyeke wê bi 30 lîrayî difiroşin.


Top