• Thursday, 25 April 2024
logo

Rêngê payîzê dîmenên Moskowê xweş kiriye

Gulan Media October 24, 2020 Corane
Rêngê payîzê dîmenên Moskowê xweş kiriye
Paytexta Rûsyayê bajarê Moskowê kirasê payîzê li xwe kiriye û dîmenên bergên ketî yên daran li ser cadeyan û rengê zer ê payîzî dîmenên bajar xweş û balkêş kirine.

Dîmenên payîzî yên Moskowê bi taybet li Parka Kolomenskoye dîmenek ciyawaz derxistiye pêşberî çavan û gelek xelk ji bo dîtina ciwanî û xweşikiya xwezayê serdana wê parkê dikin.

Parka Kolomenskoye li kêleka Rûbarê Moskowê ye û di sala 1960an de hatiye vekirin û rûberê parkê ji 390 hektaran pêk tê.

Di sala 1994an de ev park di lîsteya mîratên cîhanî ya UNECOyê de hatiye tomarkirin.

Her rojên heftê ji demjimêr 08:00 sibê deriyên parkê li ber serdankeran tên vekirin û di demjimêr 08:00ê şev de jî tên girtin.

Rudaw
Top