• Thursday, 18 April 2024
logo

Peykersazê Kurd li Wanê ji asinên kevin peykeran çê dike

Gulan Media October 19, 2020 Corane
Peykersazê Kurd li Wanê ji asinên kevin peykeran çê dike
Peykersazê Kurd, Elî Mutîî yê ji bajarê Seqiz ê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistnê ve, ku niha li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê dijî, bi hunera destê xwe peykerên balkêş çê dike û xelkê Wanê ji karê wî hez dikin.

Elî Mutîî ku weke Şêx Elî tê naskirin, ji asinên avêtî û madeyên din berhemên balkêş diafirîne.

Mutîî pêştir 9 salan li Herêma Kurdistanê jiyaye û çendîn pêşangeh vekirine. Ew hunermendê Kurd, ji ajansa fermî ya Tirkiyê re gotiye, min sê pêşangeh li Hewlêrê û dê pêşangehên din jî li Wanê vekirine, ez gelek ji karê xwe hez dikin û ji asin wan berheman çê dikim.

Ew dibêje, her ji zarokatiyê ve wî hez ji peykersaziyê dikir û armanca wî ne bidestxistina pere ye.

Elî Mutîî ji sala 2007an ve heta 2018an li Hewlêrê bûye.

Rudaw
Top