• Friday, 29 March 2024
logo

Cacimên 'Jîrkî' li Bêtşebabê bi destên jinên hunermend ên Kurd tên çêkirin

Gulan Media October 15, 2020 Corane
Cacimên 'Jîrkî' li Bêtşebabê bi destên jinên hunermend ên Kurd tên çêkirin
Li navçeya Bêtşebab a parêzgeha Şirnexê li Bakurê Kurdistanê, tevî pêşketina teknolijyayê ku kar û pîşeyên destî yên kevnar daye jibîrkirin, hêj jî hejmarek jin cacimên Jîrkî ku li herêmê bi nav û deng in, çê dikin.

Her herêm û navçeyeke Bakurê Kurdistanê, xwedî gelek taybetmendiyên xwe yên çandî û hunerî û taybetmendiyên din ên warê jiyan û şaristaniyê ne. Yek ji wan herêman Şirnex û navçeya wê Bêtşebab e, ku Cacimê Jîrkî bi destê jinên hunrmend ên Kurd tê çêkirin.

Cacimên ku bi destê jinan tên çêkirin, bi nexş û nîgarên weke kulîlk, dar û şiklên heywanan, wêneyên dûpişk, devê gur, histiriyên beranan, çengal, dest, şe, stêrk, çivîk û çavan tên nexşandin.

Cacimên Jîrkî yên ji demên berê va tên çêkirin ên mîrata çandî di destê jinên jîr da bi boyaxa nebatan va helboqe helboqe tên honandin. Jinên naxwazin kevneşopiya wan bi teknolojiyê va were jibîrkirin li Navenda Civatê ya Pirarmanc a Beytişebabê ya girêdayî Serokatiya Îdareya Pêşketina Herêmê ya GAPê xebatên xwe dimeşînin.

Cacimên ku bi destê jinên Kurd ên Bêtşebabê tên çêkirin, rastî eleqeyeke mezin ji nav û dervayî welêt tên.

Ew cacim bi çendîn corên ciyawaz tên çêkirin, ku her yek ji wan navên xwe hene, weke;"Bekik", "Canbêzar", "Gulsariye", "Gulhezar", "Gulşivan", "Jîrkan", "Luleper", "Kesneker", "Sîne".

Zehra Durmuşa Midûra ÇATOMê dibêje, ji bo cacimên Jîrkî yên herêmê neyên jibîrkirin, ew perwerdeyê didin jinan û got: "Çîroka her cacimê cuda ye, meneya her motîfê jî heye. Bi salan e jinên me vê kevneşopiyê didomînin. Em dixebitin alîkariyê bidin jinên tên navendê. Em alîkariyê didin wan ku hem kevneşopiya me bidomînin hem jî tevkariyê bidin aboriya malên xwe."

Durmuşê got cacimên destan ji bo navçe û herêmê girîng in, caciman bi hevkariya Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Qaymeqamtiya Bêtşebabê difroşin û wiha pê da çû: "Cacimên jin çê dikin, Qaymeqamtî dikire. Perê zibareyan jî tê dayîn."


Rudaw
Top