• Thursday, 25 April 2024
logo

Çiyayên Cîlo û Çarçela weke parkên niştimanî hatin ragihandin

Gulan Media October 8, 2020 Corane
Çiyayên Cîlo û Çarçela weke parkên niştimanî hatin ragihandin
Hikûmeta Tirkiyê biryar da ku Çiyayê Cîlo û devera Çarçela bibin parka niştimanî. Bi dehan sal e ew navçe ketiye navenda şerê artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê û ziyanekî mezin a canî û malî jî li pêy xwe anî ye. Xelkê deverê jî ji vê biryara hikûmetê keyfxweş e û dibêjin, bi rêka vê projeyê dibe ku zêdetir geştiyar serdana navçeya wan bikin û bi vî awayî jî derfetên kar ji bo wan jî peyda bibin. Lê pirsgirêka sereke ya wan navçeyan, nebûna xizmetgûzariyan û rêyan e.

Xelk dixwaze sermayegûzariya bo navçeyên bilind û zozan jî bê kirin. Her wiha li bendê ne ku geştiyar serdana çiyayên bi heybet bikin, sûsin û beybînên xweşik bibînin û xweşiya ku dibînin jî ji bo xelkên din behs bikin.

Çiyayê Cîlo yê Colemêrgê 4135 metre bilind e. Bi qasî xweşikî û delaliya xwe, ew qas jî ji destê şer û bombebaranan naliya ye. Hikûmeta Tirkiyê biryar daye ku Cîlo û Çarçela bike parkekî niştimanî ku êdî xelk bikare serdana wan navçeyan bike.

Zozan û bilindahiyên Colemêrgê, yek ji cîhên herî xweşik ên Kurdistan û Tirkiyê ne. Ji ber şeran û siyasetên curbicur ên hikûmetên Tirkiyê, ew parêzgeh ji gelek aliyan ve hatiye piştguhkirin. Xizmetgûzarî weke pêwîst lê nînin, rêkên wê xirab in û daxwaziyên xelkê nayên bicîhkirin.

Çiyayê Cîlo û Çarçela cîhên dîrokî yên Colemêrgê û Kurdistanê ne. Bi vê projeyê re tê pêşbînîkirin ku hejmara geştiyaran bo wê parêzgehê zêde bibe û ji bo xelkê navçeyê jî derfetên kar zêde bibin. Salane bi dehan grûpên geştiyariyê serdana çiyayên Colemêrgê dikin. Warê Cembelî û Binevşa Narîn e. Li benda polîtîka û siyasetekî nû ye ku sûdekê bigihîne xelkê wê.

Li Colemêrgê bi dehan dêrên Mesîhiyan û şûnûwarên dîrokî hene. Bedewiya xwezaya wê, xala sereke ye ji bo kişandina geştiyaran. Piraniya xelkê navçeyê jî ji biryara parka niştimanî gelek keyfxweş in. Ew dibêjin, çendîn sal e ew li bendê ne ku Colemêrg li ser asta Tirkiyê bibe navendekî geştiyariyê, lê divê beriya her tiştî xizmetgûzarî bêne pêşkêşkirin û rêkên zozanan bêne xweşkirin.

Kesên ku biçe zozan û bilindahiyên Colemêrgê, deriyê wêneyekî xweşik lê vedibe û dikeve rewşekî gelek xweş. Bilindiya çiyayan serê mirovan dizivirîne û ava wê ya hênik birînên mirovan dikewîne. Kesê ku tenê carekê jî serdana wan bilindahiyan û çiyayên asê kiribe, dixwaze saleke din jî serdana wan deveran bike.

Biryara parka niştimanî bi dilê xelkê ye. Bi vê biryarê re dibe ku rê li hatinekî zêde ya geştiyaran vebe û ji rojavayê Tirkiyê û derveyî welat jî zêdetir geştiyar biçin Colemêrgê û hem bigerin û hem jî xweşikiyên wê navçeyê bi cîhanê bidin naskirin.

Keviyên berfê yên hezaran salî, golên paqij û hewayê hênik, li cîhên din ên Tirkiyê nînin. Tenê kêmasiya xwe ew e ku xizmetgûzarî lê kêm in. Rêyên xwe ax û xirab in. Hotêl lê nîn in, restorant tine ne. Xelk dixwaze sermayegûzarî lê bêne bicîhkirin da ku jiyan li her kesê xweş bibe. Lê her çawa be jî, li benda xelkê û geştiyaran e ku biçin xweşikî, ciwanî, bedewî û delaliya wan sûsin, beybîn û leylanan bibînin û pê şad bibin.

Rudaw
Top