• Friday, 19 April 2024
logo

Jineke Kurd li Almanya xelata salê ya Integrasyonê wergirt

Gulan Media October 6, 2020 Corane
Jineke Kurd li Almanya xelata salê ya Integrasyonê wergirt
Jineke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê ku niha li Almanya dijî, roja Duşemê ji ber kar û çalakiyên wî yên ji bo integerekirina penaberan di nav civaka Almanî de, xelata integerasyonê wergirt ku ji aliyê Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ve hatiye dan.

Bijîn el-Hesen 28 salî û xelka bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2014 ve koçî Almanyayê kiriye û li wî welatî dijî. Bijîn el-Hesen ji ber kar û çalakiyên xwe yên ji bo penaberan, ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve hatiye xelatkirin, ku nirxê wê xelatê 10 hezar euro ye.

Piştî wergirtina xelatê, Bijîn el-Hesen di twîttekê de ragihand, ew bi wergirtina xelata Bundeskazlerin 2020 a integrasyonê hest bi “şanazî û bexteweriyê” dike. Bijîn el-Hesen got: “Îro bi nûnerastiya tevahiya jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê ez li Bundeskazleramtê me. Ez soz didim ku hertim bi wan re bim û piştgiriya wan bikim.”

Bijîn el-Hesen herwiha di twîta xwe de dibêje: “Min di sala 2014an de piştî ku ji ber şer ji Sûriyê reviyam, li Almanyayê dest bi jiyanake nû kir.”

Bijîn el-Hesen li ser Facebookê grûpeke bi navê, “Ligel Bijîn Fêr Bibe”, ji bo fêrbûna ziman, dîtina kar û entegrasyonê, alîkariya penaberan dike.

Wê jina Kurd bi rêya wê projeya xwe, alîkarî daye 155 jinên penaber li Almanyayê.

Herwiha Bijîn el-Hesen bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Almanî şêwiran dide jinên penaber ên beşdar di projeya xwe de û ji bo tevlîbûna wan di nav civaka Almanya de alîkariya wan dike.

Federasyona Karsazên Almanyayê (BDA) û Federasyona Pîşesaziya Almanyayê (BDI) bi awayekî hevbeş, Bijîn el-Hesen bow ê xelatê nazmed kiribûn.

Endamê Bundestagas anku parlamentoya Almanyayê Annette Widmann-Mauz got, “Bijîn el Hesen nimûneyek e ku ji bo jinan dibe mînak ji bo destpêkirina jiyana xwe li Almanyayê.”

Ingo Kramer, Serokê Federasyona Karsazên Almanyayê jî ragihand, “xanim el-Hesen gelek pabendî integerekirina penaberan di nava civakê de û bazara kar de ye. Ew bi rastî hêjayî vê xelatê ye.”

Rudaw
Top