• Friday, 26 April 2024
logo

Dadgeheke Amerîkî biryara downloadkirina TikTokê ragirt

Gulan Media September 28, 2020 Corane
Dadgeheke Amerîkî biryara downloadkirina TikTokê ragirt
Dadgeheke federalî ya Amerîkayê biryara îdareya Trump a qedexekirina downloadkirina TikTokê bi awayekî demkî rawestand.

Îdareya Trump biryar dabû ji nîvê şeva doh Yekşemê ve, êdî Kompanya Apple ya Amerîkî û Google nikaribin eplîkeyşina TikToka Çînî download bikin, lê dadgeheke federalî ya Amerîkayê, ew biryara îdareya Trump bi awayekê demkî rawestand.

Dadwerê Dadgeha Federalî ya Amerîkayê Carl Nichols doza Kompanya ByteDance ya Çînî xwediyê TikTokê pesend kir ku daxwaz ji dadgehê kiribû TikTok li bazarên Amerîkayê çalak bimîne.

Lê di heman demê de dadgeha navbirî red kir ku biryara Wezareta Bazirganî ya Amerîkayê rawestîne ku taybet e bi sînordarkirina bikaranîna TikTokê ku biryar e 12ê Mijdara îsal bikeve warê cîbicîhkirinê.

Wezareta Bazirganî ya Amerîkayê di 18ê Îlona 2020an de ferman dabû bazara elektronîk a bernamayan (app stores) ku herdu sepanên TikTok û WeChat ên Çînî rakin û ragihandibû ew app “metirsî ne bo ser asayişa niştimanî.”

Ew piştî wê tê ku aloziyên di navbera Amerîka û Çînê de zêde bûne û îdareya Trump jî hewl dide TikTok bi kompaniyeke Amerîkî bê firotin.

Wezîrê Bazirganiya Amerîkayê Wilbur Ross pêştir derbarê wan herdu appan de gotibû, “Partiya Komunîst a Çînê hewl da ku wan herdu sepanan ji bo gefa li ser asayişa netewî, siyaseta derve û aboriya Amerîkayê bikar bîne.”

Rudaw
Top