• Saturday, 27 April 2024
logo

Ev proje, Diyarbekirê bi 8 ziman û 2 zaraveyan dinasîne!

Gulan Media September 26, 2020 Corane
Ev proje, Diyarbekirê bi 8 ziman û 2 zaraveyan dinasîne!
Li Diyarbekirê projeyeke ku bi 2 zaravayên Kurdî û 8 zimanan û 11 hunermendan re danasîna bajarê Diyarbekirê dike; hatiye amade kirin. Rêvebirên projeyê tînin ziman ku piştî xebat û keda 9 mehan proje hatiye temam kirin û dê klîba danasînê jî di 1’ê Cotmehê de bê weşandin.

Klîba danasîna bajarê Diyarbekirê ku bi 9 zimanan, bi 11 sitranbêj û hunermendan re û li şûnwar û ciyên xweş û dîrokî yên Diyarbekirê hatiye amade kirin, tê weşandin. Rojnamevan, sinameger, karsaz û hunermendên ku projeyê amade kirine û birêve birine tînin ziman ku ew dixwazin bi vê klîbê bajarê xwe li hemû cîhanê bidin nasîn.

Çêkerê projeyê, karsaz û geştiyarkar Serdar Batûray tradigihîne ku bajarê Diyarbekirê û Mezopotamya xwedî dîrokeke qadîm û dewlemend e û wan bi vê projeyê dest pê kiriye, lê dê bi projeyên nû hemû herem û deverê jî bidin nasîn.

Çêkerê Parojeyê Serdar Batûray ji K24ê re got: “Me bi hevkarên projeyên re, piştî ked xebateke dirêj projeyê amade kir. Kela Diyarbekirê, baxçeyên Hewselê ku mîrateyên mirovahiyê ne. Kela Zerzevanê, şûnên despêka şaristaniyan û xweşiyên Diyarbekirê bi dengên xweş yên ji zimanên cuda re tên peşkeş kirin. Ez sipasiyên xwe pêşkêşî hunermendên hevkarî kirine û hevalên ku keda wan derbas buye dikim.”

Derhênerê klîbê Îdrîs Haydar jî tîne ziman ku ciyê kêfxweşiyê ye, mirov piştî ked û xebata xwe berhemên wiha bidest bixe û bikare xizmeta gel û welatê xwe bike.

Derhênerê Projeyê Îdrîs Haydar dibêje : “Me got gelo ji bo Diyarbekirê em tiştekî wiha bikin dê çewa bibe, piştre me wê fikrê fireh kir. Me got bi 4 hunermend, 5 hunermendan re bikin, herî dawî biryar da ku bi 11 hunermend û 9 zimanan em amade bikin. Em pir kêfxweşin ku projeyeke wiha temam dikin ku dê ji bo hemû gel û bajêr sûdbexş be.”

Muzîkjen Vûral jî, di projeyê de hem bi zimanê erebî sitran dibêje, hem jî di pêvajoya çêkirina projeyê de bi berdewamî cîh girtî ye.

Muzîkjen Vûral diyar kir: “Dema ku behsa projeyê kirin ez gelek kelecanî bûbûm û wek dildarekî vî bajarî derfet peyda bû ku ez tiştekî baş bikim. Ez bi erebî nizanibûm lê piştî mehekî xebatê sitrana bi erebî min xwend. Ez ji 5 saliya xwe ve sitran dibêjim û ev 5 sal e jî wek profesiyonelî karê muzîkê dikim.”

Rojnamevan Ramazan Demir jî, pêvajoya destpê kirina projeyê wiha ragihand: “Em 4-5 kesên ku karên cuda dikin, li gel hev dişêwirîn û fikreke bi vî rengî peyda bû. Me projeyê bi derfetên xwe û li gel zehmetiyan temam kir. Lê em niha kelecanî û kêfxweşin ku me kllîbeke wiha ji bo bajarê xwe amade kiriye.”

Di klîba danasîna Diyarbekirê de, bi zaravayên Kurdî : Kurmancî û Zazakî (Dimilî), Tirkî, Erebî, Farisî, Elmanî, Îtalî, Îngilizî û Suryanî li ciyên dîrokî yên cuda stran hatine gotin.

Rudaw
Top