• Tuesday, 16 April 2024
logo

Dîtina şûnwarekî dîrokî yê kevnar û balkêş li Duhokê

Gulan Media September 25, 2020 Corane
Dîtina şûnwarekî dîrokî yê kevnar û balkêş li Duhokê
Du heftiyan piştî dîtina şûnwarekî dîrokî li sînorê parêzgeha Duhokê, lêkoleran destnîşan kir ku dîroka wê vedigere bo 1,500 sal berî niha

Rêveberê Şûnwarên Parêzgeha Duhokê, Hesen Qasim dibêje, ev cihê dîrokê li nahiyeya Fayde ya ser bi Sêmêlê ve hatiye dîtin û yek ji şûnwarên herî giring û kêm mînak di warê şaristaniyetê de li tevahiya Mezopotamyayê ye.

Rêveberê Şûnwarên Parêzgeha Duhokê ji Rûdawê re ragihand: “Welatiyekî hinek dar li vî cihê çandibûn, dema daran diçîne, şûnwarê boriyekê derdikeve, paşê dezgehên ewlehiyê em agahdar kirin, em jî hatin û me lêkolîn kir, paşê me hizir li vê kir, ku ev şûnwarekî giring û balkêş e, lewam me bi nivîseke fermî Parêzgeha Duhokê agahdar kir û me dest bi lêkolînê kir.”

Hesen Qasim, vê cihê dîrokî weke şûnwarekî “gelek giring” bi nav dike û dibêje, “ev cihê em lê ne, navçeyekî stratejîk e û rojhilat û rojava bi hev ve girê dide. Di hemû serdemên dîrokê de giringiya xwe heye, roj bi roj şûnwarên kêm mînak lê derdikevin, eva niha jî yek ji wan şûnwaran e, ku herî giring û kêm mînak e di warê şaristaniyetê de li tevahiya Mezopotamyayê.”

Bi gotina Hesen Qasim, evder cihek bûye ji bo çêkirina boriyan bo avdanê û veguhastina avê di wê serdemê de.

Rudaw
Top