• Friday, 29 March 2024
logo

Serkeftiyên 72. xelatên Emmy diyar bûn

Gulan Media September 21, 2020 Corane
Serkeftiyên 72. xelatên Emmy diyar bûn
72mîn merasima pêşkêşkirina xelatên Prime Time Emmy hat lidarxistin û xelat bi ser serkeftiyan de hatin pêşkêşkirin.

72mîn merasima pêşkêşkirina xelatên Prime Time Emmy bo baştirîn berhemên televizyonî li hola Staples li bajarê Los Angeles li wîlayetiya California ya Amerîkayê bi awayê video konferans bi rê ve çû, lê bi sedema rêkarên xweparêziyê yên Coronayê, hejmareke kêm a berbijêr û hewadaran karîbûn li holê amade bin.

Di merasima îsal de, rêzedramaya “Succession” weke “Baştirîn Rêzedrama” hat dîtin û xelat wergirt, herwiha aktorê di vê rêzedramayê de Jeremy Strong weke “Baştirîn Aktorê Zilam” hat dîtin.

Herwiha “Schitts Creek” weke “Baştirîn Rêzekomêdî” hat dîtin û 7 xelat wergirtin, li aliyekê din “Watchmen” jî weke “Baştirîn Rêzefîlma Kurt” hat xelatkirin.

Rêzbendiya dabeşkirina xelatên Emmy ya îsal wiha ye:

Baştirîn Drama: Succession

Baştirîn Komêdî: Schitts Creek

Baştirîn Aktorê Zilam, Drama: Jeremy Strong, Succession

Baştirîn Aktora Jin, Drama: Zendaya, Euphoria

Baştirîn Aktorê Zilam, Komêdî: Eugene Levy, Schitt's Creek

Baştirîn Aktora Jin, Komêdî: Catherine O'Hara, Schitt's Creek

Baştirîn Aktorê Alîkar, Drama: Billy Crudup, The Morning Show

Baştirîn Aktora Jin, Drama: Julia Garner, Ozark

Baştirîn Rêzefîlma Kurt: Watchmen

Salên berê, bi şêweyekî asayî, stêrkên drama û bernameyên televizyonî di ser maforê sor re û bi cil ûbergên balkêş dimeşiyan û kanalên medyayê û hewadaran qerebalixiyeke mezin dirist dikirin, lê îsal cihê dabeşkirina xelatan çol dihate dîtin û sîmayên Coronayê lê diyar bûn, bi corekê ku pişkinîna pileya germê ya beşdarsn dihat kirin û hol jî bi dermanreşandinê dihat paqijkirin.

Îsal 130 stêrkên berhemên televizyonî kandîd bûn bo bidestxistina xelatên Emmy, lê piraniya wan ji malê beşdarî rêûresmê dibin.
Top