• Thursday, 25 April 2024
logo

Gencekî Kurd li korbendekî Rûsyayê pileya yekemîn bidest xist

Gulan Media September 16, 2020 Corane
Gencekî Kurd li korbendekî Rûsyayê pileya yekemîn bidest xist
Gencekî Kurd li Korbenda Perwerdeya Ciwanan a Cîhanî li bajarê Orenburg ê Rûsyayê, pileya yekemîn bidest xist û xelatê 300 hezar ruble (4 hezar dolar) wergirt.

Li bajarê Orenburgê yê Rûsyayê ji 108 welatan bi beşdariya 800 ciwanan “Korbenda Perwerdeya Ciwanan a Cîhanî” hat sazkirin û projeya gencekî Kurd amade kirî, pileya yekemîn bidest xist.

Ji ber belavbûna vîrusa koronayê û zêdebûna hejmara haletên koronayê gencê Kurd ê bi navê Mihemed Ebas nekarî beşdarî wê korbendê bibe, lê li ser navê wî keçeke Mexrîbî ku ligel wî proje pêşkeş kiriye, beşdarî merasîmê bû û weke xelat 300 hezar ruble stand.

Mihemed Ebas pêştir jî li Afîkaya Başûr, Rûsya, Maldiv, Malezya û çend welatên din beşdarî korbendên cîhanî yên derbarê pirsa mafên mirov û gencan de bûye û çend xelat jî wergirtine.

Derbarê xelatê “Eurasia Global” yê li bajarê Orenburgê wergitiyê de Ebas ji Rûdawê re got: “Ji nav 100 projeyên cuda yên derbarê perwerde, aştî, mafê mirovan û pirsa gencan de, projeya min weke yekemîn hat hilbijartin.

Ebas da zanîn ku projeya wî derbarê perwerdeyê de bûye û wî karî bala endamên lîjneya korbendê bikişîne li ser xwe.

Korbenda Perwerdeya Ciwanan a Cîhanî di navbera 2 û heta 8ê Îlona 2020an de li bajarê Orenburg ê Rûsyayê hat sazkirin.

Wî gencê Kurd herwiha ji Rûdawê re eşkere kir ku ew dê bi boneya vê serkevtina xwe hêzîrana sala li pêş me here Rûsyayê û dê beşdarî li korbendekî din bike.

Par bo yekem car du gencên Herêma Kurdistanê beşdarî li Korbenda Perwerdeya Ciwanan a Cîhanî li Rûsyayê kiribûn du proje bo xizmeta Kurdistan û xelkê di korbendê de pêşkeş kiribûn. Mihemed Ebas dibêje wî di wê korbendê pileya 15mîn bidest xistibû.

Mihemed Ebas xelkê navçeya Berdereş a Duhokê ye temenê wî 25 sal e, ev heyameke di warî perwerde û pirsên gencan de xebatên xwe dike û projeyan amade dike.

Rudaw
Top