• Friday, 26 April 2024
logo

Berhemanîna hêjîran li Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 79 zêde bûye

Gulan Media August 21, 2020 Corane
Berhemanîna hêjîran li Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 79 zêde bûye
Di çar salên derbasbûyî de ji ber krîza darayî û zêdebûna rêja bêkariyê, berhmê hêjîrên li Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 79 zêde bûye ku ji 3 hezar û 798 tonan gihiştiye 18 hezar û 116 tonan û bi tenê li Akrê salane hezar binên darên hêjîran zêde dibin.

Sal bi sal berhemanîna hêjîran li Herêma Kurdistanê ber bi zêdebûne ve diçe. Cotkar Muntesir Xamela heft sal e xwendina xwe temam kiriye û nêzîkî donimke erdî bi hêjîran çandiye li bajarokê Bicîl û rojane nêzîkî 40-50 kîloyên berhemî tîne û debara ji yana xwe bi wê yekê dabîn dike.

Cotkar Muntesir Xamela ji Rûdawê re got: “Çend sedemên serekî hene ku wa deket hêjîrên Becîlê ciwan, şirîn bin û ciyawaz bin ligel hemû Herêma Kurdistanê. Ew jî ew e ku ax û keş û hewayekî baş heye. Eger kesêk şetlî hêjiran ên vê derê bibin her ciheke din dê heman tamê nedin.”

Zêdetirî 30 corên hêjîra li bazarên Herêma Kurdistanê hene ku beşek ji wan bi navên taybet têne nasîn û beşek jî navên navçe yan kesekê diyarkirî ne. Li Akrê heşt corên hêjîran têne firotin ku ya herî diyar hêjîra Ehiya Begê ye.

Dikandar Ridwan Mihmed jî dibêje: “Îsa sal berhemên hêjîrê gelek e û ji bo derwejî xwestek heye. Piraniya xelkê me bo kesên dervey dişînin an jî dema seferê dikin ligel xwe dibin. Nirxê kîloyek îro bi 1500 dînarî ye, lê di destpêkê de 4 hezar heta 5 hezar dînaran bû.”

Di çar salên bûyî de bi sedema krîza darayî zêdebûna rêjeya bêkariyê berhemê hêjîran li Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 79 zêde bûye ku ji 3 hezar 798 tonan bûye 18 hezar û 116 ton û bi tenê li Akreyç salane 10 hezar binên hêjîran zêde dibin.

Endazyarê Çandiniyê Mehdî Teha jî dibêje: “Me nêzikî 54 hezar darhêjîr hene û nêzîkî 800 donim erd hêjîr heye û salane nêzîkî hezar û 890 ton tê firotin. Herwiah salane 10 hezar heta 15 hezar darhejir zêde debin. Li Akreyê berhemanîna hêjîran nêzîkî 10 ton heta 12 tonan zêde dibe.”

Li gor daneyên Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê di 4 salên derbasbûyî de 40 hezar û 334 tonên hêjîran li Herêma Kurdistanê hatine bikarbirin ku zêdetirî sedî 90 berhemê xwemalî bûye û sedî 10 jî berhemê hawerdekirî bûye.

Bi tenê sala 2019an berhemanîna hêjîran bi rêjeya ji sedî 51 zêde bûye li Herêma Kurdistanê û îsal jî ev du hefte ye gihîşteye û yê pêşbînîkirin ku bi heman rêejya salên derbasbûyî zêde bibe.

Top