• Thursday, 02 May 2024
logo

Xwandekara Kurd a ji Hesekê li ser asta Sûriyê bû yekem

Gulan Media August 11, 2020 Corane
Xwandekara Kurd a ji Hesekê li ser asta Sûriyê bû yekem
Li Herêma Cizîre ya Rojavayê Kurdistanê 10 kesan di ezmûnên pola 9an de, 310 ji 310an anîn, ji wan 2 Kurd bûn: Sîdra Ehmed Îdrîs ji Hesekê û Mihemed Elî Nîhad ji Qamişlo. Sîdra yek ji wan xwendekaran e ku li ser asta Sûriyê di pola 9an de bûye yekem û 310 ji 310an aniye. Sîdra dibêje: “Ez dixwazim bibim pizîşkek cerrah daku bapîrê xwe derman bikim.”

Sîdra Ehmed ji Rûdawê re behsa hewldanên xwe û sirra serkeftina xwe dike û dibêje, ew dixwaze bibe pizîşkekî cerrah daku bikare bapîrê xwe yê nexweş derman bike.

Sîdra wiha axivî: “Ez sibeha zû radibûm, diya min xwedê ji min re bihêle bang li min dikir û min jî, ez radibûm û min dixwand û heta ez diwestiyam. Weqtê min ê bêhnvedanê, bi heman awayê xwandina min bû, yanî eger min saetek bixwanda, 5 xûlek û eger du saetan xwandiba, nîv saet bû, yanî guncaw bû pê re. Min ji destpêkê ve ew nimre ji xwe re danîbû û serkeftin ji xwedayê mezin, şukur her tim bi me re ye. Ez dixwazim bibim doktorek cerrah, ji ber kalkê min. Kalkê min zext pê re heye, nexweşiyên dil pê re hene, ji bo wê jî dixwazim bibim doktora dil û herî zêde beşa cerrahiyê.”

Sîdra nûxuriya dê û bavê xwe ye, 4 keçên wan hene Sîdra ya mezin e. Ji malbatê giştî re neviya pêşiyê û kêfa destpêkê ye. Lewma Sîdra bi serkeftina xwe careke din cejn vejand û dilê malbatê bi serkeftina xwe xweş û geş kir.

Dayika Sîdrayê, Xada Osman dibêje, wan hewl dida rewşek guncayî bo xwandina keça xwe çê bikin, lê tekez dike, ku Sîdrayê gelek hewl da û serkeftina wê keda wê bi xwe ye. Dayika Sîdrayê got: “Feqîrê keda wê bû tenê me atmosfêra xwendinê jê re peyda kir, ez vê serketinê pêşkêşî her dayikekê dikim weke çawa dilê min xweş bûye, yên wan jî xweş bibe.”

Bediya Beşîr, Dapîra Sîdrayê jî dibêjr: “Min nimêj kir û ez nerazam min digot qî Cenj e ewqasî dilê min xweş bû, niviya min a yekê û hêviya min e yên din jî weke wê bin.”

Li Herêma Cizîre ya Rojavayê Kurdistanê ji koma 13,780 xwendekaran 9,604an ew qonax derbas kirin.

Rudaw
Top