• Thursday, 25 April 2024
logo

Ji Wîkîpediya Kurdî bangawaziya Kurdî

Gulan Media August 11, 2020 Corane
Ji Wîkîpediya Kurdî bangawaziya Kurdî
Wîkîpediya Kurdî ku bikarhênerê wê li hemû cîhanê heye, daxwaza alîkariyê dike ku nivîskarên nû lê wê zêde bibin û hemû Kurd dinyaya xwe bi Kurdî pênase bike.

Wîkîpediya Kurdî babetekî yek ji edîtorên Rûdawê Karwan Karwan Faidhî Drî ya derbarê zimanê Kurdî li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kir û bi wê yekê daxwazê ji Kurdan dike ku zanyariyên li Wîkîpediya Kurdî zêde bikin da ku xelk zêdetir sûdê jê werbigirin.

Wîkîpediya Kurdî amaje bi wê yekê kiriye ku dibe li hinek welatan astengî li hemberî zimanê Kurdî hebe, lê hejmareke xwebexş ji bo zimanê Kurdî geş bibe bi awayekî nehênî dixebitin.

Li gor twîtta Wîkîpediya Kurdî, li ser wê platform dijîtal zêdeyî 30.000 gotarên Kurdî hene.

Wîkîpediya Kurdî wiha banga Kurdan dike: “Wîkîpediya Kurdî li benda nivîskarên nû ye ku mezintir bibe. Werin alîkariya me bikin, dinyaya xwe bi kurdî pênase bikin.”


Wîkîpediya beşek ji platfoma Wîkîmediayê ye projeyeke navneteyî ye , derfeteke girîng e ji bo pêşdexistina zimanan. Mirovên ku dixwazin zimanê Kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê Kurdî bikin.

Wîkîpediya jî, ensîklopediyeke azad e û bi zimanê Kurdî jî heye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e.

Niha di wîkîpediyayê de bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Zazakî heye, lê tenê bo beşa Kurmancî Wîkîferheng heye. Bi saya wê malperê bikarhênerên dikarin bi zimanê xwe lêkolînan bike û xwe bigihînin xizmetguzariyan.

Di Wîkîpediyayê de zarevanên Kurmancî, Soranî û Zazakî hene. Di beşa kurmancî de zêdetir ji 30 hezar babet hene, li beşa soranî nêzîkî 26 hezar û 500 babet û li beşa Zazakî nêzîkî 25 hezar babetan hene.

Neteweyên Yekbûyî roja 9ê Tebaxa hemû salekê wek Roja Cîhanî ya Xelkê Resen destnîşan kiriye û ev twîtta Wîkîpediya Kurdî di wê rojê de bûye.


Tevî ku li hinek welatan astengıyön cidî li ber zimanê Kurdî hene, lê bi saya înternetê zimanê Kurdî di vejînê de ye û beşeke ji wê peywendî bi wikipedia û ferhengên online ve hene.

Bi milyonan Kurd li seranserê cîhanê dijîn, lê tenê çend milyon li Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê bi azadî dikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Li Tirkiye, Îran û Sûriyê bi dehan salan e rêgirî li ber bikaranîna zimanê Kurdî tê kirin.




Rudaw
Top