• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Qersê 106 cureyên çivîkan hat tomarkirin

Gulan Media August 6, 2020 Corane
Li Qersê 106 cureyên çivîkan hat tomarkirin
Li navçeya Qamuşan a Qersa Bakurê Kurdistanê ku bi daristanên xwe ji gelek cureyên ajelan re malxweyîtiyê dike 106 curên çivîkan hatin tomarkirin.

Daristana li navçeyê ji bilî hirç, gur, werşeq, rovî, beraz û ajelên kovî ji gelke cureyên çivîkan re malxweyîtiyê dike û derfeta hêkkirin û çêkirina hêlînan dide.

Endamên Komeleya Sirûşta Bakur ên li herêmê lêkolînê dikin, 106 cureyên çivîkan tesbît kirin û di nav wan çivîkan de darkota reş a kêm caran tê dîtin jî cih digre.

Mamosteyê li Zanîngeha Koç û UTAHê û Serokê Komeleya Sirûşta Bakur Prof. Dr. Çagan Şekercîoglu diyar kir ku di lêkolînan de derket holê ku Qamuşan bi tenê ji heywanên kovî yên bi bistan re malxweyîtiyê nake di heman demê de ji çivîkan re jî dibe hêlîn û sitargeh.

Şekercîoglu destnîşan kir ku Komeleya Sirûşta Bakur li Qamuşanê 106 cureyên çivîkan tesbît kirin û wiha pê de çû: “Em li Qamuşanê li ser gur, hirç, werşeq, roviyan dixebitîn û me bi tesadufî 106 cureyên çivîkan jî tesbît kirin. Me herî dawîn darkuta reş a me dizanibû li vê derê heye jî dît. Gelek tirsok e darkuta herî mezin a Tirkiyê ye. Em niha hewl didin ku dîmenên wê bikişînin.”

Şerkercîoglu amaje bi wê yekê kir ku darkuta reş a li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê zêde nayê dîtin, li benda çavdêrên çivîkan in û herin navçeyê.

Şerkercîoglu got lêkolîner dema herin wê derê dikarin hirça boz, gur û werşeqê jî bibînin û wiha domand: “Hinek cûcik tovê çamê li derdorê belav dikin. Çivîk jî kurmên zirarê didin çamê dixwin. Teyrê baz, teyrê sor jî cureyên zirarê didin zeviyan û mişk û maran dixwin. Darkutên reş jî di daran de qulan vedikin û çivîk û heywanên din wan qulan ji xwe re dikin hêlîn. Ji ber vê em ji darkutan re dibêjin endezyarên ekosîstemê.”

Şekercîoglu herwiha diyar kir ku xebatên xwe yên şopandina sirûştê bênavber didomînin.

Rudaw
Top