• Friday, 29 March 2024
logo

Du xwandekarên ji Efrînê li Îmarat û Siûdiyê bûne yekem

Gulan Media August 5, 2020 Corane
Du xwandekarên ji Efrînê li Îmarat û Siûdiyê bûne yekem
Li Siûdiyê û Îmaratê du xwandekarên Kurd ên ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê di ezmûnên bekeloryayê de nimreya herî bilind bi dest xistin û bûne yekem.

Li Siûdiyê û li parêzgeha Ceddeyê, xwendekareka Kurd a ji Efrînê di bekelorya wî welatî de yekemîn derket û ji 100 dereceyan 99.94 anî.

Navê wê xwandekarê Rojda Yûsif Xelîl e û ji gundê Basûtê yê herêma Efrînê ye.

Rojda Yûsif ji Rûdawê re got, ku ew dixwaze vegere Sûriyê û li zanîngeha dermansaziyê bixwîne.

Rojda li Ceddey ji dayîk bûye û sala 2019 ji aliyê Zanîngeha Melik Ebdulezîz a Siûdiyê ve hatibû xelatkirin.

Li Îmaratê jî xortekî ji Efrînê di ezmûnên bekeloryayê de bû yekem.

Navê wî xortê Kurd Aryan Subhî Mihemed e û ji nahiyeya Cindirêsê ya Efrînê ye.

Aryan di ezmûna bekeloryayê de ji 100î nimreya 98.3 aniye û yekemîn derket.

Rudaw
Top