• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Mûşê darên gozan bûn derfeta debarê

Li Mûşê darên gozan bûn derfeta debarê
Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê darên gozan ji bo xelkê gundan bûn deriyê debarê.

Di çarçoveya projeyekê de li herêma Uçevlerê li gundên Ekînduzu, Alanîçî, Agilli, Înardî, Arikoy û Cevîzlîdereyê 45 hezar darên gozan hatin çandin.

Rêvebirê Çandinî û Daristanê yê Mûşê Mehmet Aydin ragihand ku ji van daran heta niha 600 ton goz hatine bidestxistin.

Mehmet Aydin diyar kir ku li gund fêkî zêde tên bidestxistin, ji bilî wê 15 hezar darên gozan niha li bajêr hene.

Aydin got hêj 30 hezar darên ku heta niha goz nedane hene û wiha axivî: "Her sal em bi piştgiriya Walîtiyê şitlên fêkiyan û gozan li xelkê gundan belav dikin. Par 600 ton gozê hat bidestxistin 9 milyon lire feyde da aboriya bajêr. Em dê piştgiriyê bidin cotkarên xwe.”

Cotkar Hamdullah Şenturk jî got ev 10 sal e ew ji Rêveberiya Çandinî û Daristanê ji bo darên fêkiyan piştgiriyê werdigrin, niha ew gozan jî berhev dikin û wiha pê de çû: “Eger piştgirî nebûya bi derfetên xwe me dê nikaribû evqas darên fêkiyan daynin. Goz jî ji aliyê aborî bû debara me.”

Rudaw
Top