• Friday, 26 April 2024
logo

Taxeke Wanê ji aliyê Dûpişkan ve hatiye dagîr kirin

Taxeke Wanê ji aliyê Dûpişkan ve hatiye dagîr kirin
taxa Çîmen hatiye îstîlakirin
Li gor jêderên taybetî ji bajarê Wanê li Bakûrê Kurdistanê, taxeke ser bi wê bajarê ji aliyê dûpişkan ve hatiye dagîrkirin.

Şêniyên taxa Çîmen ya ser bi Ercîşa Wanê behsa vê yekê dikin ku heta niha dûpişkan bi çend kesan ve dane û di bin her berdekê de dûpişk hene.

Heta niha li taxa Çîmen çend mal jiber hebûna dûpişkan hatine valakirin.

Tê gotin ku beşa qelhê ya taxa Çîmen bi temamî têjeye ji dûpişkan û di bin ber berdekê de çend dûpişk hene.
Top