• Tuesday, 30 April 2024
logo

Hikûmeta Tirkiyê Facebook û Twitterê kontrol dike

Hikûmeta Tirkiyê Facebook û Twitterê kontrol dike
Parlemana Tirkiyê projeyasayek pesend kir, ku rê dide hikûmtê tora civakî kontrol bike û her babetekê guncaw nebîne reş bike.

Li gor yasayê, divê nûnerên kompanyaya Facebook û Twitterê li Tirkiyê hebin û biryarên dadgehên Tirkiyê yên reşkirina babetên diyarkirî reş bikin, yan jî dê rastî sizayan bên û rekleman lê nakin.

Ew yasa ji aliyê parlemanterên AK Partî û MHPê li parlemanê deng bo wê hat dayîn.

Rêxistinên mafên mirovan rexne li vê yasayê digirin û wê li dijî azadiya derbirînê binav dikin.

Professor Yaman Ekdeniz li zanîngeha Bilgi ji AFP ragihand, di demekê de ku medyaya nivîskî, dîdtinî û bihîstinî di bin kontrola hikûmetê de ye, tora civakî take cih e ku xelk lê bi azadî nerînên xwe derdibirînin.

Professor Yaman Ekdeniz dibêje jî: Ev yasa, nîşana hatina serdemeke reş li Tirkiyê ye.

Di dema bûrî de. ji ber renegirtina li hikûmet û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, gelek bikarhênerên Facebook û Twitterê hatibûn girtin.

K24
Top