Yekem lîstika dijîtal a Kurdî ‘Bêjan’ belav dibe
Xwediyê projeya Bêjanê Behmen Dogu ku di heman demê de Rêvebirê Giştî Yê Kompaniya Ekamê ye, diyar kir ku ew proje ji çar qadan pêk tê û got: “Pêyê yekem xêzefîlm e, pêyê duyem Bêjan lîstik e. Lîstika me dê ji App Store û Google Playê bê daxistin. Pêyê sêyem projeyê Seta Perwerdehiyê ya Bêjanê” ye. Seta me ji 20 kitêban pêk tê. Em bi vê setê dixwazin zarokan hînî Kurmanciyê bikin. Pêyê çarem Bejan Pêlîstok e. Piştî projeya me û karakterên mê hinek hatin nasîn em dê pêlîstokên karakterên xezafîlma xwe, em bejin mala Bêjanê, cilên wê, tişortên wê, şewqeyên wê wekî aksesuar çêkin û bidin ber firotanê.”
Behmen Dogu da zanîn lîstik dê bêpere bê daxstin, lê li di nav lîstikê de hinek konseptên bipere jî dê hebin.
Yekem galaya Bêjanê di 23yê Tebaxa 2020an de li Amedê tê sazkirin.
Rêvebirê Giştê yê Komoaniya Erkamê Behmen Dogu bersîva pirsên Rûdawê yên derbarê yekem lîstoka Kurdî ya dijîtal Bêjanê de da.
Motîvasyona te ya şexsî çi ye ji bo destpêkirina projeyeke bi vî rengî?
Wekî lêkolînên hatine kirin li ser xwendin, nivisîn û axiftina bir Kurdî gelek kêmasî hene. Li Tirkiyê ji bo zarokên Kurdan, nexasim ji 2000an û vir ve astengiyên mezin hene. Wittgensteinê ramanwêr ê navdar gotiye ku “sînorê zimanê min sînorê dinyaya min e”. Li bajaran yên ku zimanê xwe baş dizane, diaxive û pê dinivîse gelek hindik in. Ji ber ku li Tirkiyê perwerdehî tenê bi zimanê Tirkî ye zarokên Kurdan ji zimanê xwe dûr dikevin. Lê sedema bingehîn her çiqas ev be jî hinek sersariya dê û bavan (ez jî tê de) jî tê de heye. Zarokên me yan qet bi Kurdî nizanin an jî kêm dizanin. Ji aliyê min ve motivasyona min a sereke ev bû. Duyem jî, şirketa me du salî ye. Sala ewil em bi temamî li ser projeya xwe ya tora civakî sekinîn. Ez dikarim bêjim ev proje wekî facebookê, wekî tiktokê dibe ku bên nasîn. Me patentên van projeyan wergirtin. Me pêvajoya wan a ji bo lêkolîn û pêşvebirinê qedandin. Piştî pêvajoya ceribandinê me niyet heye ku em ji bo bazarê bikevin têkiliyê bi firmayên li Amerikayê re . Gava em ev pêvajoya lêkolînê dimeşand li ser APP storean jî em xebitîn û me dît ku sepandin bi Kurdî hema beje tunenin, gelek kêm in. Sepanên ku hene jî bi giranî ferheng in. Tevî ferhengan hebek- didu wekî pêşbirk jî hene. Helbet hemî xebatên bi vî rengî hatine kirin ji bo hêja ne. Lê ji ber, di kategoriya lîstikan de sepanên Kurdî yên ji bo zarokan ên ji aliye pedagojiye ve xurt tune bûn ev ji bo me bu motivasyon ku em vê valahiyê li gorî xwe tije bikin.
Çima we projeyeke wiha bi pêwîst dît?
Di dema zarkotiya me de xêzefilmên wekî He-Man, Heidi, Captan Tsubasa hebûn. Ji ber ku min ji futbolê hez dikir mni ji Tsubasa jî gelek hez dikir. Dibe ku we jî temaşe kiribe. Te dî gava li topê dixist piştî deh rojan top dighîşt qeleyê…. Xêzefîlma Tsubasa yê Jabonan bû. Bi saya wê me kimonoya Japonan, kevçiyên wan ên ji darê, mîmariya malên wan, muzîkên wan nas kir. Bi rastî xêzefîlm ji şahiyeke zarokîyê ku ji şeş heft xulekan pêk tê zêdetir e. Xêzefîlm gelek tiştan dide nişan, çandan, şaristaniyan, cihên dîrokî, xwarinan, lorîkan û gelek tiştên din dide nişan. Ka em jê re bêjin îxracata çandî, nasîna çandî ka ka çi be, hemin e ku xêzefîlm ne hema “xêzefîlm” tenê ye. Bandorên wê zêde ne. Bêjan, zarokake 8 salî û Êlihî ye. Karaktera sereke ya projeya me ye. Wekî din li balê jî Şahmaran heye ku difire, Bêjanê difirîne, di zemanan de rêwîtî dike jî heye. Bêjan û hevalên wê li Şahmaran suwar dibin û di nava zemanan de rêwîtiyê dikin. Di beşên wê yên cihê de ji bilî çand û warên Kurdan çand û mekanên cihê jî dê hebin. Hedefa me ew e ku eynî wekî Şîrînokan, wekî Hêîdî bi dehan welatan bê weşandin. Bi vê sayê hem di nava zarokên me de hem jî di nava zarokên me û yên biyanî de wekî pirekê, zemînekî çêbe. Zarokek Brazîlî, İngilizî, Fasî gava lê temaşa kir dê keyfê jê bigre. Di nav beşên xêzefîlma me de mesela hûn dê cî û warê dîrokî bibînin. Wekî pira Malabadê, pira dehçavî, sûrên Amedê, Medreseya sor a Cizîrê, Girava Axtemarê, Kela Wanê, Heskîfê, pira Zaxoyê, Kelha Hewlêrê, warê Mewlana yê Konyayê, kuleya Galata ya li Stenbolê, Sedda Çînê, Tac Mahalê bibînin. Projeya nasîn û danasîna xwe ya li ser keçikeke Êlih ez dibêjim gelek pêwist e û dereng jî maye.
Hûrgiliyên projeyê çi ne? Plana we ji bo her çar beşên projey çi ne? Dê her yek ji wan kengî bê ragehandin û çi li xwe digirin?
Projeya Bêjan li ser çar qadan e û projeyeke mezin e. Pîyê yekem Xêzefîlm: Her beşa xêzefîlma me dê 12 xulek be. Di her sezonê de em dê 15 beş çêkin. Hedefa me ew e ku piştî galayê em bi Netflix re li hev bên. Bi vî aweyî emê bikin ku em xwe bigihînin bi milyonan mirov. Em teqez dixwazin ku dublaja wê ya bi soranî jî çêkin û di qenalake li başûr weşanê dike, em bidin weşandin. Ewil em dê dublaja wê ya bi Kurmancî, Tirkî û Îngilîzî çêkin. Me dublaja beşa ji bo galayê em hazir dikin bi Kurmancî çêkir. Di çend rojên pêşî de jî em ê dest bi yên Tirkî û Îngilîzî jî bikin. Piyê duyem: Bêjan lîstik. Lîstika me dê ji App Store û Google Playê bê daxistin. Bi konsepta “dinyaya Bêjanê a lîstikan” em ê salê du lîstikan çêkin. Lîstika me ya ewil a bi navê “Bêjanê hînî paqijiyê dibe” dê di demeke nêz de li ser store’an be. Lîstikên me ji aliyê pedaojiyê ve jî gelek dê xurt bin. Dê kuştin û lêdan felan tunebin. Gava zarok lîstin hem dê bikeyf bibin hem jî dê li gorî temenê xwe tiştên baş hîn bibin. Lîstik hem bi desteka zimanên wekî kurdî, tirkî û Ingilizî jî dê bên lîstin. Em heml û giringiya xwe didin ser kurdiyê. Gava zarok bi vebijarkên cihê yên ziman lîstin dê alfabeya kurdî jî û hinek kurmancî jî hîn bibin. Piyê sêyem ê projeyê “Seta Perwerdehiyê ya Bêjanê” ye. Seta me ji 20 kitêban pêk tê. Em bi vê setê dixwazin zarokan hînî kurmanciyê bikin. Ev set, bi desteka zimanê tirkî jî hatiye hazirkirin. Ji ber wê dê zarokên me birehetî jê sûd wergirin. Tenavê zarokên tirkan jî ku bixwazin dê bi vê setê bikaribin hînî kurmanciyê bibin. Piştî cejnê dê bikeve çapê. Em ê seta xwe li ser înternetê bifroşin. Piyê çarem: Bejan Pêlîstok. Piştî projeya me û karakterên mê hinek hatin nasîn em ê pêlîstokên karakterên xezafîlma xwe, em bejin mala Bêjanê, cilên wê, tişortên wê, şewqeyên wê wekî aksesuar çêkin û bidin ber firotanê.
We kîjan teknolojya serdemê bikar aniye?
Em nivîsbar(software) û anîmasyonên xwe bi kompîterên pêşketî û bilîsans pêk tînin. Lê ez dikarim vê bêjim ku em dixwazin rojek mesela teknolojiya “Motion Capture” bînin Amedê yan jî Êlihê. Hêj “Şahşêr” yan jî “Penguen”ên me Kurdan tunene. Sabir, biwêrekî û xebatê em dikarin projeyên mezin û gelemper çêkin.
Berî ku dest bi projeyê bikin we feedback ji xelkî û kesên pispor wergirtibû? Feedbacka wan çawa bû?
Serdestî 30 personelên me hene. Her yekî jî di qada xebata xwe de serketfî ye. Gava me plana kare xwe çêkir ewil em di nav xwe de gelek axivîn, me analiz kir. Piştre me bi dost û nasan re jî parve kir. Piştî em bi pisporên ku di qada xwe de otoriter in re jî em şêwirîn me fêm kir ku em xebat û karekî rast pêk tînin.
Butçeya wê projeyê çiqas e? Dê bê beramber bihê pexşkirin an bi pere? Çi dezgeh yan partiyên Kurda alîkariya maddî ya we kirine?
Ji ber ku gelek keft û leftên projeyê hene gelek pere lê çû û diçe. Em dê seta xwe ya perwerdehiyê li ser îneternetê bidin ber firotanê. Xêzefîlmên xwe bi salane em ê bifiroşin qenalên Tv yan jî belavkrinê. Lîstik dê bêpere bê daxstin li di nav lîstikê de dê hinek konseptên bipere jî dê hebin. Gava pêlîstokên me jî hazir bûn dê hem li ser înternetê hem jî li firoşgehan dê bên firotin.
Amanca we tenê zarokên Kurdan e yan zarokên nivşê nû yên Tirkan jî?
Dinyaya dîjîtal her diçe mezin dibe û bi me, cihgirtina me Kurdan di nav vê dinyayê de girîng e . Ji ber ku em sepanên bi Kurdî çêdikin heviya me ew e ku ji aliye Kurdan ve em rexbetê bibînin. Lê tenê ne ji zarokên Kurdan ji yên Tirkan, Farisan û zarokên Ewropî jî ji bo lîstik û xêzefilmê em bi hêvî ne. Gava me karekî baş pêk anî dê ji çar aliyê dinyayê dê şopînerên me hebin.
Heta çend dê çand û sembolên Kurdî di naweroka berhemên we de reng vedin?
Bêjan ji Êlihê ye. Hevalên Bêjanê Delal, Mîrza û Mem zarokên Kurdan in. Mala Bêjanê ji van malen kevin yên Amedê ye. Carna stranên bi kurdî, carna lorîkên bi kurdî û carna çîrokên bi kurdî hûn ê bibihîzin. Gelek warên dîrokî yên cihêreng hûn dê bibînin. Jixwe gava beşên me hatin seyrkirin dê bên dîtin.
Çima we Amed û Stanbol û Hewlêr hilbijartin ji bo galayê?
Xebatgeha me bi giranî li Amedê ye. Ofîseke me li “Tekon-Kent”a Amedê ye. Senaryo, xêzkirin, muzîk, dublaj, anîmansyon tev li Amedê tên çêkirin. Stenbolê ji Tirkiyê re wekî eynik e, gala bi giştî li wir tên çêkirin. Em jî dê li wir çêkin. Herwiha em dixwazin em û birayên xwe yên Hewlêrê jî hev bibînin. Vêga ji bela pandemiyê çûn û hatin nabe. Gava ku çûn û hatin serbest bû em dixwazin bi dublaja Soranî galayeke xweş li wir jî çêkin. Baweriya min bi feraseta birayên li Hewlêrê heye. Ji vêga ve ez meraqa şîret û rexneyên wan dikim. Min ewil jî got. Derfet hebe em dixwazin xêzefilmên xwe bidin qenaleke ku li herêma Kurdistanê weşan dike.
Gelo dê çi kenalên Kurdî berhemên we belav bikin? Plana we çi ye ji bo ku zêdetirîn Kurd bikarin berhemên we bi dest bixin?
Ji ber pandemiyê bi xwediyên qenalê re têkiliyeke me ya baş pêk nehat. Hemî dinya li ser vê mesleyê di serêşiyê de ye. Proje xizmeta çanda Kurdan dike. Ji bo em zêdetir jî xwe bigihînin xelqê, çi ji destê me bê em ê bikin.
We çend karmend hene û çend ji wan Kurd in?
Bi yekûna xebatkarên me yên hem bi tamwextî hem jî bi nîvwextî dişixulin em serdestî 30 kesî ne. Ji ber ku em li bajarên Kurdan (Amed, Êlih) xebata xwe pêk tînin xebatkarên me bi giranî Kurd in, lê çend xebatkarên me yên Tirk û Ereb jî hene.
Rudaw