• Friday, 26 April 2024
logo

Rêveberiya Xweser festîvala hespên Erebî saz dike

Rêveberiya Xweser festîvala hespên Erebî saz dike
Li bajarokê Tilhemîsê yê ser bi bakurê bajarê Hesekê ve, festîvala heştemîn a hespên Erebî pêk tê. Festîval ji aliyê Desteya Werzîş û Ciwanan a Rêveberiya Xweser ve, bi armanca pêşxistina werzîşa hespsiwariyê tê organîzekirin.

Li bajarokê Tilhemîsê festîvala 8 an ê hespên Erebî pêk tê û 120 hesp di festîvalê de beşdarin. Siwariyên ku beşdarî festîvalê bûne dibêjin, pêşbirkên wiha ji bo parastina çanda xwedîkirina hespan û werzîşa siwarîtiyê baş in.

Hespên Erebî li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi hêz û leza xwe tên naskirin û di tevahiya herêmê û cîhanê de navdarin.

Serokê Komîteya Festîvalê Mihemed El Deibo dibêje: “Ev festîvalên tên çêkirin hêmanê bingehîn e ji bo pêşxistina werzîşa hespsiwariyê li Cezîra Sûriyê ye. Ji ber ku Cizîra Sûriyê malzaroka dayik e ji bo hespên Erebî di tevahî cîhanê de. Hespên Cezîra Sûriyê bi lez û bihêzbûna xwe tên naskirin, ji ber ku ew li bediyê ku cihê wê yê bingehîne dijî.”

Li gor komîteya Festîvalê, îsal siwariyên nû beşdarî pêşbirkê bûne û li gor salên borî, başdarbûn zêdetir e.

Mihemed El-Deibo herwiha dibêje: “Tevlîbûnên zêdeye û nû di vê qadê de hene, ev tevlîbûn cih û astê hespê Erebî bilind dike û buhayê wî zêde dike. Dihêle ku xwediyên hespan di xwedîkirina hespan de berdewam bin û cur û neslên wan biparêzin.”

Di festîvalê de 120 hesp beşdar in, Melik El-Taî yê ku hespan xwedî dike û beşdar e di pêşbirkê de dibêje pêşbirkên wiha ji bo parastina çanda xwedîkirina hespan gelekî baş in.

Xwedîkarê hespan Melik El Taî wiha axivî: “Em berê tevlî gelek pêşbirkan bûne, em tevlî pêşbirka Ogarêt û pêşbirka Hemayê û Şamê û niha jî em tevlî vê festîvalê jî bûne. Şiker jî me serkeftin bi destxist .”

Di festîvala Hespên Erebî de, siwariyên ku di pêşbirkê de serdikevin, li gel qupa festîvalê xelateke nirxê wê nêzîkî 500 dolarê amerîkî werdigrin.

Rudaw
Top