• Wednesday, 24 April 2024
logo

Li Colemergê şahî bi 4 demjimêran hatin sînordarkirin

Li Colemergê şahî bi 4 demjimêran hatin sînordarkirin
Li parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê, derbarê dawet, nîşan û şahiyan biryareke nû hat dayîn.

Li gor biryara parêzgariya Colemêrgê, di çarçoveya rênmayên rêgirtina li belavbûna koronayê, dawet, nîşan û şahiyên weke wê ku li gund û kolanan dihatin sazkirin, bi 4 demjimêran hatin sînordarkirin.

Parêzgariya Colemergê ragihand ku, di çarçoveya rênmayên rêgirtina li koronayê, li ser biryara Komîteya Tendirustiyê, dawet, nîşan û şahiyên weke wê ku li gund û kolanan li gor çanda herêmê nêzî 3 rojan dihatin kirin, bi 4 demjimêran tenê hatin bisînorkirin.

Li gor biryarê şahiyên navborî, tenê di navbera demjimêr 14:30 û demjimêr 18:30 de dikarin bên encamdan û çi kesê ku pabendî biryarê nebe, dê cezayê peran lê bê birîn.

Rudaw
Top