• Thursday, 18 April 2024
logo

Hevjînê Kim Kardashian xwe bo serokatiya Amerîkayê berbijêr kir

Hevjînê Kim Kardashian xwe bo serokatiya Amerîkayê berbijêr kir
Kanye West, hunermendê navdar ê rape û hevjînê Kim Kardashian, berbijêrbûna xwe bo postê Serokatiya Amerîkayê ragihand.

Kanye West ku dostekî nêzikî Trump e û pêştir çendîn car li Koşka Spî û hotelên Serokê Amerîkayê li gel Trump kom bûye, di twîtekê de dibêje, “Niha divê bi baweriya bi Xwedê, em peymana Amerîkayê bikin rastî, vîzyona xwe bikin yek û paşerojê ava bikin.”

Berbijêrbûna Kanye West di demekê de ye ku tenê 4 meh mane bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê û heta niha zelal jî nîne ka West belgenameyên xwe yên berbijêriyê pêşkêş kirine yan na, lêbelê di twiteke bi heştega ‘Vîzyon 2020’ nivîsiye, “Ez xwe bo serokatiya Amerîkayê berbijêr dikim”.

Di Cotmeha 2018an de Kanye West û Kim Kardashian ji aliyê Serokê Amerîkayê ve li Koşka Spî hatin pêşwazîkirin ku bi gotina wan jib o guftugokirina başkirina rewşa zindanan serdan kiribûn. West bi kumikê sor ku dirûşma Trump li ser nivîsî bû, ji Trump re gotibû, “Tu palewanê min î ûdivê palpiştiya te bê kirin.”

Di dema serdana West û Kardashian a bo Trump de, rojnamevanan pirs ji Serokê Amerîkayê kiribûn ku gelo Kanye West xwe bi serokatiya Amerîkayê berbijêr dike û Trump jî bersiv dabû, “ev gelek rê pê diçe”, lêbelê piştî 2024.

Kim Kardashian jî li Twitterê tenê alayeke Amerîkayê di bersiva twîta hevjînê xwe de daniye.

Rudaw
Top