• Friday, 19 April 2024
logo

Kovara Kubarê: Li cîhanê li ser modayê karên gelekî mezin tên kirin

Kovara Kubarê: Li cîhanê li ser modayê karên gelekî mezin tên kirin
Di weşangerîya kurdî de her diçe li ser cure mijaran kovar tên weşandin. Yek ji wan kovaran e kovara Kubar e û Kubar di meha çileya 2020an de dest bi weşana xwe kir. Ev kovar li ser moda û mijarên bi modayê re eleqedar ve naveroka xwe amade dike. Kubar wekî e- kovarekî heta niha du hejmarên wê derketin. Me bi amadekarên kovarê re li ser Kubar û xebatên wan axivîn.

Di weşangerîya kurdî de Kubar jî cihê xwe girt û hate ber destê xwîneran. Derxistina kovareke weke Kubarê xwedî serpêhatiyek çawa ye?

Em gelekî kêfxweş û bextewar in ku Kubar jî di weşangeriya kurdî de cihê xwe girt. Karekî xweş e lê ji alîyekî jî zehmet e. Ji ber ku gelê me dûrî wan mijaran e û em wekî berpirsiyarên Kubarê dixwazin kurd jî bala xwe bidin modayê.

Ji ber çi sedemê we navê Kubarê bijart. Çima Kubar?

Straneke Ciwan Haco heye bi navê “Dil Ketime”. Di wê stranê de dibêje; Kubar, Kubar, Kubarê. Me jî got bila navê kovara me Kubar be. Wekî navê xwe kubar, nazîk û nazenîn be. Hevalê me Omer Faruk Baran ev fikir da me, got bila Kubar be. Me jî kir Kubar.

We armanca Kubarê weke ku ‘modaya cîhanê û ya kurdan bidin’ pênase kiriye. Dikarin hinek behsa vê yekê bikin?

Moda tiştekî ecêb e. Tu dinerî cilên 100 sal berî niha dibe moda, piştî 100 salên dî dîsa dibe moda. Li modayê her tişt zû bi zû diguhêre lê haya me kurdan jê tune ye. Mixabin kurd bi modayê re eleqedar nînin û heta vê demê çi dane wan, çi anîne ber wan vê li xwe dikin. Ji ber vê me jî got kurd bi modeyê bihesin. Bizanin ku di cîhanê de çi heye çi nîne. Li cîhanê li ser modayê karên gelekî mezin dikin lê em kurd hê nizanin moda çi ye û li cîhanê modayê çi dibe. Wekî me got modaya cîhanê û ya kurdan. Em dixwazin markeyên modayê yên kurdan jî nas bikin û bi gelê xwe bidin nasandin. Em dikarin bibêjin ji xwe haya kurdan, ji gelê xwe jî tune ye. Em jî bi Kubarê dixwazin vî tiştî biguhêrînin.

Kubar heta niha du hejmar derket. Gelo piştî xebateke çawa Kubar tê berdestê xwîneran?

Em di van du hejmaran de 3 kes bûn. Edîtor Ayşenûr Ozel û Leyla Arısoy û redaktorê me jî Înan Eroglu bû. Di hejmara me ya duyem de dîzayna me Brûsk Aryan çêkir. Em niha du kes in. Ya rast xebateke zehmet e lê em gelekî kêfxweş in ku vê xebatê dikin. Heta hejmarek derdikeve holê em li ser mijarên wê hejmarê difikirin, lêkolîn dikin, diaxivin û biryarê didin. Piştî biryarê em bi hin kesan re dikevin têkiliyê, bi wan re jî diaxivin. Em dinêrin di cîhanê de çi bûye, hunermendên me çi dikin, çi li xwe dikin, trend çi ne. Ji ber ku her sal, her demsal moda diguhêre û em jî wan dişopînin. Erê wekî me got zehmet e lê em jî ji xebata xwe hez dikin û pê kêfxweş dibin.



Gava meriv kovara Kubarê ji ber çavan derbas dike, dibîne behsa gelek cure mijar hatiye kirin. Li gorî kîjan rêbazan hûn mijarên xwe hildibêjerin?

Wekî me got, em lêkolîn dikin ku di cîhanê de çi heye û di derheqê modeya kurd de çi hatiye kirin. Em nikarin bibêjin rêbazeke me ya diyar heye. Çi bala me dikşîne em cih didin wan tiştan. Carinan wisa dibe em gelekî difikirin lê mijarekê peyda nakin lê carinan jî wisa dibe ji nişkê ve tiştek tê bîra me em dibêjin ka em cih bidin vê mijarê. Bêguman mijarên me yên sereke moda, makyaj û stîl in lê em cih didin mijarên ku girêdayî jiyana me ya rojane ne jî. Yanî mijarên kovarê ango naveroka Kubarê bi vî awayî diyar dibe.

Kubar di serê sala 2020an de dest bi weşana xwe kir. Kubar bertekên bi çi awayî girt?

Belê, me di serê sala 2020an de Kubarê derxist. Bi rastî me hîç nedifikirî gelê me ew qasî piştgiriya me bike. Ji ber ku Kubar kovareke gelekî cuda ye bi mijarên xwe û gelê me jî heta vê demê li ser van mijaran zêde nenivîsiye lê berteka gel gelekî xweş bû. Gelek kesan piştgiriya me kirin. Piştgirîya wan hêzê dide me ku em zêdetir bixebitin.

Kubar weke e- kovarekê dest bi weşanê kir. Gelo Kubarê wek çap jî wê kengî were berdestê şopîner û xwînerên xwe?

Kubar kovareke e- kovar e. Ji ber sedemên aborî me wekî e-kovar derxist. Ji bo ku em çap bikin divê rewşa me ya aborî jî baş be heger sponsorên me hebûna me bikaribûya çap bikira lê niha weke e-kovar derdikeve.

Herî dawî dixwazin çi bibêjin, kerem bikin.

Em dixwazin gelek kes Kubarê bixwînin û ji modeyê hin tiştan fêr bibin. Erê, gelek tiştên me yên kêm hene lê em ê hêdî bi hêdî wan çareser bikin. Çi qasî ji destê me tê em wisa çêdikin.

Basnews
Top