Zanyarekî Kurd li Amerîkayê bi 400 hezar dolar hat xelatkirin
Dr. Geylanî Can ku li Zanîngeha Harvardê di Beşa Biyolojiya Kîmyayî û Farmakolojiya Molekuler de xebatên xwe didomîne, di pêşbirka ji aliyê Saziya Lêkolîna Penceşêrê ya Amerîkan û Enstîtuya Lêkolîna Penceşêrê ya Brîtanyayê tê lidarxistin de “Xelata Lêkolîna Transatlantîk” a nirxê wê 400 hezar dolar e, û didin zanyarên ciwan, wergirt.
Geylanî Can perwerdeya heta dibistana amadehiyê li Êlihê xwend û di sala 2009ê de ji Beşa Biyolojiya Molekuler û Genetîk a Enstîtuya Teknolojiya Bilind a Îzmirê (IYTE) derçû û di dema perwerdeya xwe ya lîsansa bilind a li Enstîtuya Karolinskayê de ku li Swêdê ye jî lêkolîn pêk anîn.
Can ku xebatên xwe yên li vê derê di kovarên zanistî de weşandin, piştî bidawîkirina lîsansa bilind, li Enstîtuya Gurdon a Zanîngeha Cambridgeê dest bi doktorayê kir.
Piştî temambûna doktorayê jî Dr. Geylani Can ku niha xebatên xwe li Zanîngeha Harvardê di Beşa Biyolojiya Kîmyayî û Farmakolojiya Molekuler de didomîne, rêbazeke bilez dît ku dê guhertinên di DNAyê da analîz bike û ji bo vê rêbazê serî li patentê da.
Can bi projeya xwe, beşdarî pêşbirka ku ji aliyê Saziya Lêkolîna Penceşêrê ya Amerîkan û Enstîtuya Lêkolîna Penceşêrê ya Brîtanyayê ve tê lidarxistin bû, ket nava 4 projeyên ku hejayê xelatê hatin dîtin.
Di projeyê xwe de Can dê wê yekê lêkolîn bike ka ziyanên DNAyê ku di qonaxa dawîn a perçebûna hûcreyê de çêdibin, çawa tê çakkirin.
Can dê piştî 4 salan dawiyê li vê projeyê bîne ku armanca projeyê jî ew e ku penceşêr di serî de ji bo gelek nexweşiyan rêbazên nû yên çareseriyê bên dîtin.
Projeya Can dê 4 salan piştgiriya derfeta laboratuvarê ya Zanîngeha Harvardê û Enstîtuya Lêkolîna Penceşêrê ya Brîtanyayê werbigire.
Armanc ew e ku rê li perçebûna DNAyê were girtin
Dr. Geylanî Can diyar kir ku pêşbirk ji bo wan zanyaran tê lidarxistin ku di destpêka kariyera xwe de ne û got: “Xelat ji madiyeta xwe zêdetir derfetê dide. Ew xelat ji bo tu serbixwe bibî û xwe pêş bixî tê dayîn.”
Zanyarê Kurd da zanîn ku ew niha xeyala zarokatiya xwe dijî got: “Zarokatiya min li Êlihê bi aweyekî dijwar derbas bû, lê min her tim li berxwe da. Ez gelek xebitim û min bi wî awayî kêmasiyên xwe tejî kirin. Li ba me herkes beşa bijîşkî hildibêjere. Min dikarin ez herim wê beşê, lê min taybetî ev beş xwest, çimkî xeyala zorkatiya min bû.”
Bi gotina Can zêdeyî hezar zanyaran beşdarî pêşbirkê bûn û herwiha ew gelekî bextewar e ku wî ew xelat wergirt.
Can destnîşan kir ku di hucreyên tendurist de rêzeke genan heye û wiha pê de çû: “Di genoma hûcreyên penceşêrê de jî tevlîheviyeke gelek mezin heye. Ez bi vê projeyê hewl didim ku fêm bikim ka ev tevlîhevî çawa dest pê dike. Gava her tişt di rêya xwe de diçe, DNA xwe zêde dike, ka problemeke çawa derdikeve holê ku em dikevin tevliheviyeke evqas mezin. Em dê di projeyê de vê yekê fêm bikin. Heger em bigihîjin encamên ku em dixwazin, ne tenê penceşêr em dê rê li geşedana gelek nexweşiyan bigirin.” (Çavkanî: AA, Independent)
Rudaw