• Thursday, 25 April 2024
logo

Du cewî di erdhêja Çewligê de ‘sewî’ man

Du cewî di erdhêja Çewligê de ‘sewî’ man
Karên cêwî yên ku maka wan di erdheja bi lerza 5,7an a li navçeya Kanireşê ya Çewlîgê de di bin kavilê govê de telefî bû, niha bîberonê tên xwedîkirin.

Di erdheja ku 14ê Hezîranê ya li navçeya Kanîreşê de hinek gov û lîsên mirîşkan jî hilweşiyan.

Erdhejê herî zêde li navçeyên Kanîreş û Yedisuyê û herwiha gundên wê da û li gorî lêkolînên destpêkê jî di erdhejê de xesar gihîşt 105 govan, 43 pez û 85 jî mirîşk telef bûn.

undefined


Li gundê Dinarbeyê yê navçeya Yedisuyê, gova malbata Açik di erdhejê de hilweşiya û maka karên cêwî di bin kavil de ma.

Xwediya bizina telefbûyî Sînem Açik diyar kir ku yek nêr yek mê du kar li bê mak man.

Sînem Açik got ku ew ji ber tirsa erdhejê, ligel 2 xwîşk û diya xwe di kon de dimîne û herdu karên ku navê "Esker" û "Eyşe" lê kirin û bi bîberonê şîr didinê, di kon de li cem wan dimînin.

undefined


Açik dibêje ku qet nebe bi hebûna karên cêwî ew hinekî ji stresa erdhejê dûr dikevin û wiha pê de çû: “Niha em bi tenê bi van şa dibin. Em hewl didin şokeya erdhejê ser xwe biavêjin. Em ji bizinan şîr didoşin û her roj bi bîberonê didin van karan. Ji ber ku gova wan hilweşiya, ew jî bi me re di kon da dimînin.”

Rudaw
Top