• Tuesday, 30 April 2024
logo

Li Hîndistanê wêneyên mirovan li ser maskan tê danîn

Li Hîndistanê wêneyên mirovan li ser maskan tê danîn
Girêdana maskê ji bo xweparêziya ji koronayê, ji bilî bêzarkirina mirov, rûyê wî jî vedişêre, lê li bajarê Çînay ê Hîndistanê, stodyoyekê ew yek çareser kiriye, her kiryarek daxwaza maskê bike, wêneyekê jê re digre û ew wêne bi maskê ve tê çespandin û êdî bi wî awayî, mirov wek xwe diyar dibe.

Li bajarê Çînay ê Hîndistanê çareyek ji kesên ku maskê bikar tînin dibêjin ew dema diçin li ba nas û dostên xwe nayên naskirin.

Xwediyê stodyoyê ku ji vê pirsgirêkê rê dîtiye Ento Amalrac dibêje: “Yekem sedem ku em maskan bi vî awayî çê dikin ew e ku piştî nemana Koronayê jî, em bikaribin bala kiryaran ber bi xwe ve bikişînin. Sedemeke din jî, ew e ku serederiya xelkê bi hev re kêm bûye û ji bo destpêkirina wê serederiya pêwîst, me ev bîroke pesend kir.”

Hinek ji maskên asayî nîvê bêhtir ji rû vedişêrin. Kesên ku maskê bikar tînin dibêjin, em diçine cem xizm û dostan, êdî hinek ji wan me nas nakin.

Lê li stodyoyê, ew pirsgirêk hate çareserkirin.

Kiryarê bi navê Matî dibêje: “Dema mirov yekem car vê dibînin, ji wan re tiştekî seyr e, li cem wan nû ye, lê piştre rahatinê ligel wê dikin. Bi mask asayî xelk me nas nakin, herwiha kesên nêzîkî me jî, me nas nakin, lê niha her çiqasî maskê jî li ber dev û çavên xwe deynim, xelk bi hêsanî min nas dikin.”

Sûdeke din a vî corî ji maskan heye, ku ji cawê kitanê hatiye dirustkirin, êdî piştî şûştinê jî, dibe bê bikaranîn.

Di çend heftiyên borî de, tûşbûn û mirin bi koronayê li Hîndistanê di bilindbûneke berdewam de bûn, hejmara tûşbûyên Koronayê li wî welatî 150 hezar kes derbas kir û bêhtir ji 4 hezar kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top