• Thursday, 25 April 2024
logo

KERKUK - 300 kes daxwazin xwedîtiya zarokên ku hatibûn derkirin bikin

KERKUK - 300 kes daxwazin xwedîtiya zarokên ku hatibûn derkirin bikin
300 kesan ji Dadgeha Kerkûkê xwestin, ku wan 3 zarokan ji xwe re werbigrin, ku heftiya borî ji aliyê dayika wan ve hatibûn avêtin. Heta niha jî ew zarok li mala mixtarê taxeke Kerkûkê ne.

Li parêzgeha Kerkûkê ku jinekê sê zarokên xwe yên keç avêtibûn derê, ji bo xwedkirina wan 300 kesan serî li Dadgeha Kerkûkê dan.

Ew her sê zarokên keç navê wan Nêrgis, Îxlas û Înas e û ji pêkhateya Ereb in û temenê wan 3, 4 û 6 salî ye û mixtarê taxeke Kerkûkê her sê zarok biribûn mala xwe û wan xwedî dike.

Jinên rêxistinên sivîl çûne hewara wan zarokan û xwestin alîkariya wan bikin, lê dibêjin ku divê dayika wan zarokan were dîtin, li cem dadwer biryara dest berdana ji zarokên xwe tomar bike.

Seroka Komeleya Vejîna Jiyanê Nîzal Nazim ji Rûdawê re diyar kir ku ji bo çareserkirina rewşa zarokan hewldanên wan hene û hevkariyê dikin.

Înas 6 salî ye, Îxlas 4 salî ye û Nergis 3 salî ye, niha xelkê xêrxwaz û hinek komele alîkariya wan dike.

Muxtarê Taxa Xaseyê li Kerkûkê Yawer Ellawêrdî jî got ku wan cejn xwe li gel wan zarokan derbas kir û hinek komele û kesên xêrxwaz cil û bergên cejnê weke diyarî bo zarokan birine.

Heta niha weke fermî 300 kesan ji Dadgeha Kerkûkê xwestin, ku wan 3 zarokan ji xwe re werbigrin û herwiha rojane hejmareke zêde kes peywendiyê dike ku xerciyên perwerdeya wan lixwe bigirin.

Dosya wan zarokan parêzerên Komeleya Hîwa liser xwe girtiye, ew dibêjin divê li dadgehê bi fermî were tomarkirin ku ew dayîk bibêje wê zarokên xwe der kirine û êdî ti mafên wê li ser wan zarokan nîne.

Rudaw
Top