• Friday, 29 March 2024
logo

Keçeka Kurd xelata duyem di Qehermaniya Taykwando ya Cîhanî de bir

Gulan Media April 22, 2020 Corane
Keçeka Kurd xelata duyem di Qehermaniya Taykwando ya Cîhanî de bir
Keçeka Kurd ji bajarê Hesekeyê xelata dûyemîn di qehremanîya Taykwando ya cîhanî de wergirt. Lê ev sal ewê qehremanîyê taybetmendîya xwe hebû, bi sedema belavbûna Varosa Koronayê, bi rê ya (On Line) birêve çû.

Dilyar Hisên li ser asta cîhanê di qehremaniya taykwando de dȗyemîn e, ku ne rewşa cîhanê ya nȗ ȗ ne jî belavbȗna vayrosa korona bȗne rêgir li ber pêkanîna xewna vê keça kurd ya 24 salî.

Jiber vayrosa korona, îsal qehremaniya navdewletî ya taykwando di riya online re ȗ bi beşdariya yarîvanên 15 welatên cîhanê birêve çȗ ȗ Dilyar Hisên dikarîbȗ asta dêyem di qehremaniyê de bi dest bixe.

Dibistana "pilingên taykwando" ku Dilyar yek ji yarîvanên wê ye, di sala 2009an de li ser destê rahênerê kurd Ebid elezîz Ebê hate avakirin ȗ ta sala 2011an dibistanê 62 xal li ser asta sȗriyê bidest xist.

Ebê dibêje ku piştî kirîza sȗriyê wan berê xwe da qehremaniyên navdewletî ȗ Başȗriyê Kurdistanê derfet ji wan re peyda kiriye.

Dilyar li ser dirêjahiya 10 salan 5 xelatên navdewletî ȗ bi dehên xelatan ji welatên Rojhelata Navîn bi dest xist.

Jiber tunebȗna piştgiriya madî, yarîvanê dibistana "pilingên taykwando" bi zehmetî beşdarî qehremaniyên navdewletî dibin ȗ gelek astangiyan dibînin

K24
Top