• Thursday, 28 March 2024
logo

ROJAVA – 3 ciwanan amûrek nefesê çê kirin

Gulan Media April 17, 2020 Corane
ROJAVA – 3 ciwanan amûrek nefesê çê kirin
Li bajarê Kobanî 3 ciwanan amûrek henasedanê çê kirin.

3 xortên Kobanî Cengîn, Elî, Enwer, dîtin ku li bajarê wan amûrên nefesê kêm in, rabûn cîhazek çêkirin. Ev cîhazê ku hûnê niha bibînin, di nava hefteyekê de çêkirin.

Li Kobaniya Rojavayê Kurdistanê, ciwanên bi navên Cengîn, Elî û Enwer, di nava hefteyekê de amûrek nefesê çê kirin.

Desteya Tendirustî li Kobanî diyar dike ku cîhazê ku wan çêkirine, niha ji sedî 70 temam e, wezîfeya xwe dibîne, lê pêwîstiya wan bi hinek perçeyan heye, ew jî li Kobanî peyda nabin.

Ji ber wê yekê daxwaz tê kirin, ew perçeyên ku kêm in ji derve bo wan bên şandin bo ku ev amûr ji sedî sed bi wezîfeya xwe rabe.

Ew ciwan dibêjin, bi mebesta ku xizmeta xelkê xwe bikin, pêwîstî bi cîhazek nefesê dîtine û tekez dikin ku çi perçeyek di destê wan de hebe wan bikar anîne bo çêkirina vî amûrî û ew dê li ser pêşxistina wî amûrê nefesê berdewam bin.

Rudaw
Top