• Friday, 19 April 2024
logo

Çavên Zehrayê nabînin lê xwedî behreyeke huneriya bihêz e

Gulan Media March 22, 2020 Corane
Çavên Zehrayê nabînin lê xwedî behreyeke huneriya bihêz e
Zehra Şêxî yan jî Zehra Berkil keçeke nabîn e, ji bajarokê Şêranê yê ser herêma Kobanî ve ye, tevî ku ew bi ronahiya çavan dinyayê nabîne, lê hezkirina wê ya ji ziman û çanda Kurdî re, hîştiye ku ew xwedî behreyeke huneriya bi hêz be.

Zehra Şêxî him li tembûrê dixe û him jî stranan dibêje û him jî zimanê wê yê Kurdî, ji gelek kesên bi çavan tîp û gotinan dibînin baştir e, û xweş bi zimanê Kurdî diaxive û baş têdighe.

Zehra Berkil a 38 salî ji Rûdawê re wiha behsa xwe dike: “Ez û xwişka xwe herdû nabînin, ez stran dibêjim, lê xwişka min nabêje. Em di malê de heft xwişk û du bira bûn. Herdu birayên min zewicin, yek derket Ewroyê, yên din jî cîranê min e. Xwişkên me hemû zewicin. Min xwe fêrî stranên Şivan Perwer kir. Ez stranên Eyşe Şan û Faris jî dibêjim lê zêdetir ên Şivan Perwer dibêjim.”

Deng û awazên Zehra Berkil sînorê malê derbas dikin û dost mirovên wê gelek caran li dora wê kom dibin û guhdariya stran û tembûra wê dikin.

Zehra Berkil herwiha got: “Ez dixwazim staranan çêbikim û xwe di warê muzikê de pêşbixim. Ji dema zarokatiya min ve meraqa min li ser stranên stranên Şivan Perwer hebû û niha hêviya min ew e ku rojekê Şivan bibînim.”

Bi gotina Zehira xewna wê ew e ku kesek lê xwedî derbikeve û ew di warê hunerê de xwe pêş bixe.

Rudaw
Top