• Saturday, 20 April 2024
logo

Kurdekî li Stenbolê bi karê xetadiyê binavûdeng bûye

Gulan Media March 17, 2020 Corane
Kurdekî li Stenbolê bi karê xetadiyê binavûdeng bûye
Li bajarê Stenbolê Xetadê Kurd Mihemedxan Akan demeke dirêj bi karê xetadiyê ve têkildar bûye û ew niha bûye kesekî binavûdeng.

Xetad ew kesin ku bi nivîseke delal karê nivîsandinê dikin û vê yekê bi hurgiliya hunerekê dikin. Ew tevî demeke dûvûdirêj xwe digihînin astekê û ji bo vê hunera hêja ew cûr bi cûr amûran bikar tînin ku hin ji wan pênûs, kasikên hibrê û hibir bixwe ye. Bi saya vê ked û sebrê wan berhemên giranbuha afirandine û ew berhem bi sedan salan le ber xwe dane û gihîştine roja me.

Hunera xettê ji sedsala 6emîn destpêkiriye û heta roja me ji gelek merhaleyan derbas bûye. Ev huner ji Erebîstanê bigrin heta Herat, Îsfexan û Tebrîzê di erdnîgariyeke berfireh ya Îslamê de ji xwe re cih girtiye.

Stenbol jî ku nêzîkî 500 sal payîtextiya Osmaniyan kiriye navendeke gelekî girîng e ji bo hunera xet û Xetadiyê. Wek ku tê gotin Quran li Mekkeyê daketiye, li Misrê hatiye xwendin û li Stenbolê hatiye nivîsîn. Ev jî nîşaneya girîngiya vî bajarî ye ku cihekî wê yê taybet heye di vê hunerê de.

Mihemedxan Akan ji Rûdawê re wiha behsa xwe dike: “Di sala 1964an de li bajarê Amedê li navçeya Farqînê hatime dinyayê. Min dibistana seretayî û navendî li wir xwend. Ev nêzîkî 10 sal e ku ez li ser hunera xetê ders didim. Wek ku hun îro dibînin şagirtên me jî li ber destê me ilm û îrfanê hîn dibin. Di karê me de nesîh heye, sulus heye, riqa heye, dîwanî heye û kûfî heye. 6 fontên wê hene. Ev 6 font jî îro li Tirkiye û Stenbolê bi giranî têne bikaranîn. Herwiha em wan di fêrgeha xwe de jî dişixwilînin. Xwendevanên me bi giranî bi nesîhê destpêdikin. Ew fonta Quranê ye û bi vî hawî fêrî xwendina wê dibin. Dûre ez wan hînî riqa û sulusê dikim.”

Xetad Mihemedxan her roj li kargeha xwe ya li navçeya Eyubê tevî xwendekarên xwe dicive û ew aliyên bêhempa ya hunera xwe yek bi yek nîşanî şagirtên xwe dide. Ji her derê bajêr xwendekar diçin ba mamoste Mihemedxan ji bo hînî wê hunera taybet bibin û xwe di wê hunerê de bipêş bixin. Armanca wan ew e ku xwe di wê kevneşopiya bav û kalan de bigihînin astekê û wê berdewam bikin. Dibe ku ew ji her temenî an pîşeyî bin.

XanenişînAbdûllah Tûnç jî got: “Min xwest hem wextê xwe yê vala dagrim û hem jî ev zimanê kitêba me ya pîroz e. Eleqeyeke min a germ heye ji bo Quranê, lewma min xwest bi awayekî ilmî xwe fêrî nivîsandina wê bikim. Ji bo wê ez li vê fêrgehê me. Di heman demê de ji bo nivîsa delal ez dersên kaligrafiyê jî distînim. Dixwazim her 2an bi hev re hîn bibim. Di encamê de ez xwe fêrî kelama rebbê alemîn dikim ku ew ji bo însanan şandiye. Armanca hatina min ev e.”

Beşdarê kursê Yunus Emrejî dibêje: “Ez li Eyupê dijîm û karê bazirganiyê dikim. Bi saya mamoste Mihemedxan ez hay ji karê kalîgrafiyê bûm. Berî ku ez mamoste nas bikim min di pirtûkekê de xwendibû ku di navbera xulkiyeta kesan û nivîsa wan de têkiliyeke xurt heye. Dûv re min bi xwe nivîsekê nivisî û ew hîç li xweşa min neçû. Min ji xwe pirs kir û got gelo pirsgirêk di çi de ye, belkî pirsgirêk ya min bi xwe be û divê ez wê sererast bikim. Ez bi armanca hobî û xwe bipêşxistinê têm vê fêrgehê. Xwedê ji mamosteyê me razî be, hem bi kesayetiya xwe û hem jî bi dersên ku dide me bawerim dê me gelekî bipêş bixe.



Di destpêkê de ev hunereke destnivîsa Ereban bûye lê piştre ji aliyê tevahiya gelên Îslamê ve ev huner hatiye pejirandin û bûye weke nirxeke hevbeş. Ev hunera destan di wextê Împaratoriya Osmaniyan de dema xwe ya zêrîn jiyaye û niha jî bi saya kesayetiyên mîna Mihemedxan ve hem tê berdewam kirin û hem jî tê vejandin.

Rudaw
Top