• Thursday, 25 April 2024
logo

Karsazekî Kurd roja 8ê Adarê mêvandarî li 40 hezar û 700 jinan kir

Gulan Media March 10, 2020 Corane
Karsazekî Kurd roja 8ê Adarê mêvandarî li 40 hezar û 700 jinan kir
Karsazê Kurd Nusret Gokçe ku bi şêwaza xwe ya xwêkirinê navê wî belav bûye, roja 8ê Adarê li restorantên xwe mêvandariya 40 hezar û 700 jinan kir.

Karsazê Kurd Nusret Gokçe ku bi şêwaza xwe ya taybet a xwêkirinê bûye fenomen, 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, li hemû restorantên xwe yên li seranserê cîhanê, bi boneya wê rojê, bêyî wergirtina pere, xizmetguzarî pêşkêşî jinan kir.

Wî karsazê Kurd jî li ser hejmara xwe li torên civakî, vîdeoyeke taybet derbarê wê xizmetguzariya pêşkêşî jinan hatiye kirin de belav kir û got, “Roja Cîhanî ya Jinan, me li hemû Nusretên li seranserê cîhanê pêşwazî li 40.700 jinan kir. H»n hebin em jî hene.”

Piştî wê xizmetguzariya taybet bi 8ê Adarê, li ber restorantên wî karsazê Kurd li welatên cuda yên cîhanê, rêzên dirêj çê bûn.

Wî karsazê Kurd par jî dîsa di heman rojê de, li hemû restorantên xwe yên li seranserê cîhanê pêşwazî li 14 hezar û 500 jinan kiribû.

Nusret Gokçe par meha Gulanê, di nav 22 berbijêran de, hêjayî xelata ‘Baştirîn Bloggerê Cîhanê’ hatibû dîtin.

Karsaz û qesabê Kurd Nusret Gokçe ku li gelek navendên cîhanê restorantên xwe vekirine û bi şêwaza xwe ya xwêkirinê tê naskirin, ji Erziroma Bakurê Kurdistanê ye.
Top