• Thursday, 25 April 2024
logo

Herêma Kurdistanê medyaya elektronîk bi yasa rêkdixe

Gulan Media February 26, 2020 Corane
Herêma Kurdistanê medyaya elektronîk bi yasa rêkdixe
Lijneya rewşenbîrî û civaka sivîl mijûlê amadekariyane bo projeyasayekî rêkxistina medya elektronî ye û çend civînek jî li sera made kirina wê projeyê hatiye çêkirin.

Endamê lijneya rewşenbîrî û civaka sivîl li Parlamentoya Kurdistanê Muhsin Doskî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek lijne, me reşnivîsek bo projeyasaya derbarê rêxistina medya elektronîk û sosyal medya li herêma Kurdistanê amade kiriye.’’

Herwaha got: ‘’Li gel pispor û şêwirmendên lijneyê guftûgo em dikin û piştre li çend semînerek de guftûgo derbarê reşnivîsê de emê bikin, ku bikin proje û bixin bernameya kar a Parlamentoya Kurdistanê.’’

Derbarê amade kirina wê projeyê de jî Muhsîn Doskî got: ‘’Ji bo medya elektronî û sosyal medyayê em rêkbixin tê kirin. Ji ber bêserberî di karanînê de heye û gelek car bûye sedemê metirsiyê ser asayîşa niştimanî.’’

Basnews
Top