• Saturday, 20 April 2024
logo

Kevneşopiya ‘Sêva Mêxekrêj’ tê vejandin

Gulan Media February 23, 2020 Corane
Kevneşopiya ‘Sêva Mêxekrêj’ tê vejandin
Chalak Eventsa ku di sala 2017an de ji aliyê ciwanên xwendekar ve hate sazkirin çanda kevnar a “Sêva Mêxekrêj” zindî dike û her sal di 14ê sibata roja sembolîk a Valentine de çalakiyek taybet bo wê çandê saz dike.

Mem û Zîn, Leyla û Mecnûn û Xusrev û Şîrîn. Tev jî bi evîndariyên xwe yên navdar têne nasîn. Ew tev bûne nîşaneya hezkirinê û evînên wan bi sedan salin li tevahiya cîhanê derbasî nav çand û dîroka gelan bûye. Di nava gelê Kurd de jî kevneşopiyek heye kû bi sêv û mêxekan xwe tîne ser zimên: Sêva Mêxekrêj.

Di demên berê de hezkirî û destgirtî ji bo evîna xwe sembolekê ava kirine. Sêvek tevî mêxekan bi hûrgilî tê neqiş kirin û wek diyarî tê pêşkêşkirin. Tê gotin ku sed sal jî derbas bibe ew xeranabe û tim bêhna xweş jê tê. Ew bêhna evîna dildaran e kû her tim ji dilê evîndaran belav dibe.

Ji bo vê kevneşopiya Kurdan hersal çalakiyeke taybet tê li dar xistin. Keç û xort li hev dicivin û radihêjin sêv û mêxekan û bi awayê neqaşekî sêvên xwe diedilînin. Rêz bi rêz mêxek li ser sêvan têne çikandin. Li gor leza we di navbera 2 an 3 demjimêran de hun dikarin karê xwe biqedînin.

Berpirsê çalakiya Sêva Mêxekrêj Gernas Nenas ji Rûdawê re derbarê taybetmediyên Sêva Mêzekrêj û armanca çalakiyê de wiha got: “Armanca çalakiyê ev e: Weke Çalak Events ê em ji sala 2017an ve ye ango ev cara 3yemîn e ku em çalakiya sêva mêxekrêj çêdikin. Ku em bêjin Sêva Mêxekrêj çiye? Sêva Mêxekrej di çanda Kurdî de te wateya 2 tiştan. Yek jê wateya evîndariyê ye. Û ya din jî wateya lihevhatinê û aştiyê ye. Wateya evîndariyê çiye? Dema yek ji kesekî hez dike lê nizane evîna xwe çawa bîne zimên sêva mêxekrêj çêdike wê didê û wisa tîne ziman. Wekî din dema 2 kes ji hev dixeyidin ji bo ku li hev bên dîsa sêva mêxekrêj çêdikin û didin hev dû. Ev kevneşopî ji başûr destpêdike beriya gelek gelek salan. Lê ev 4 sal e bêtir binav bûye bi saya Seywan Saeedian em vê çalakiyê nas dikin.”

Ji her temenî kes tevlî vê çalakiya taybet dibin. Ew kom bi kom tên ba hev û dest bi karê xwe dikin. Helbet hezkirin jê re ked divê. Çêkirina wê ne hêsane lê berhema dawîn we ti carî li keda we poşman nake. Tevî ku ew adetekî gelê Kurd e, bala kesên dinan jî kişandiye Sêva Mêxekrêj.

Melîke keçeke Tirk e û ji aliyê Behra Reş e. Li ser medya civakî hay ji vê çalakiyê bûye û xwestiye ew jî tevlî wê bibe.

Melîke Çetînbakan dibêje: “Ez bi hevalekî xwe hatim vê derê. Serê pêşî min nizanibû ku ev çalakî tê çi wateyê lê hevalê min hinekî bahsa wê ji min re kir. Ez bi xwe ji aliyê Behra Reş im û dûrî vê çandê me lewma min hay jê nebû. Biqasî ku dizanim di çanda rojhilatê de kes vê yekê ji bo hezkiriyên xwe an jî ji bo kesên ku ji hev xeyidîne lihev werin çêdikin û ev yek bandora xwe li min kir. Birastî jî karekî zehmet e. Lê dema çêdikî pê rihet dibî. Ji bo min gelekî watedar e û min bi hezkirin çêkir. Cudahiyeke çandî têde heye lê dike ku kulturên ji hev cuda tevlîhev bibin. Ez ji vê tişta ku min niha kiriye gelekî bextewarim. Min kesên nû jî li vir nas kir û ew jî kêfxweşiyeke din e.”

Nivîskar û lêkolerê Kurd Salih Kevirbirî dibêje: “Birastî beriya her tiştî ez dixwazim bêjim ku ez gelekî xemgînim ku di van 3 salên dawî de haya me ji vê çalakiya xweş çêbû. Lê paşî em hîn bûn ku ev bi sedan sal in li gelek deverên Kurdistanê, bi taybetî li li Rojhilat ev çalakiya xweş pêk tê. Ji bo aştiyê, ji bo dilovaniyê û evîndariyê. Her wekî tê zanîn li welatê me her ku diçe gelek kevneşopiyên me winda dibin. Lê cihê serbilindî, şanazî û kêfxweşiyê ku di serdema teknolojiyê de, di serdema ku em bejin me ji milenyûmê jî derbas kiriye hinek kevneşopiyên me jî wisa derdikevin holê.”

Dema we sêva xwe qedand ew êdî amade ye ji bo ew kesê ku di dilê we de taybet e. Ne tenê ji bo evînê lê tê gotin ku kesên ne li hev bin jî bi vî awayî dikarin li hev werin. Her sal di 14ê Sibatê de ango di roja hezkiriyan de ev çalakî tê kirin û Sêva Mêxekrêj tevlî St. Valentine dibe.

Rudaw
Top