• Friday, 26 April 2024
logo

Nifşê yekem ê pisîkên Wanê yê 2020ê ji dayîk bûn

Gulan Media February 20, 2020 Corane
Nifşê yekem ê pisîkên Wanê yê 2020ê ji dayîk bûn
Nifşê yekem ê pisîkên Wanê li Bakurê Kurdistanê ku bi çavên xwe yên yek şîn û yek zer tên naskirin, ji dayîk bûn û çavê xwe ‎vekirin.

Rêveberê Navenda Lêkolînan a Pisîkên Wanê Prof.Dr. Abdullah Kaya dibêje ku her pisîkeke ‎Wanê 4 çêlîkan tîne.‎

Pisîkên Wanê ku bi rengê çavên xwe yên cuda û pirça xwe ya spî wek berfê li cîhanê tên naskirin, li ‎Vîlaya Pisîkan a Wanê tên bixwedîkirin û parastin. Di hemû demsalan de xelk serdana wan dikin û ‎demeke xweş derbas dikin.‎

Nifşê yekem ê Pisîkên Wanê yê 2020ê ji dayîk dibin. Pisîkeke Wanê mehek berê çar çêlîk anîn dinyayê û ‎niha çêlîkên ên din jî çêdibin.

Rêveberê Navenda Lêkolînan a Pisîkên Wanê Prof.Dr. Abdullah Kaya ‎dibêje ku heta Cotmehê dê jidayîkbûna pisîkên Wanê berdewam be.

Rudaw
Top