• Friday, 29 March 2024
logo

Li Tirkiyê du xwişk bê zava bûne bûk

Gulan Media February 17, 2020 Corane
Li Tirkiyê du xwişk bê zava bûne bûk
Li Edenê ji bo du xwişkên xwedî pêdiviyên taybetî şahî hat lidarxistin, dawet hat gerandin û herdu xwişkan cilên bûkîniyê li xwe kirin, lê dawet bê zava bû.

Gelek caran, nexweşî û kêmasî nikarin li pêşiya xweşî û şahiyan bibin asteng. Yek ji wan mînakan jî, şahiya du xwişkan e ku li bjarê Edenê cilên bûkîniyê li xwe kirin û bêyî zava û zewaca li gel zilamekê şahiya xwe lidar xistin.

Du xwişkên xwedî pêdiviyên taybet ku temenên wan 42 û 47 sal in, her tim xewna wan bûye ku cilên bûkîniyê li xwe bikin û li ser vê daxwaziya wan, şahiyekî mezin ji aliyê xelkê taxa wan ve hat lidarxistin.

Şaredar û çendîn berpirsên wî bajarî jî beşdarî wê şahiyê bûn û piştevanî li wan herdu xwişkan kirin.

Herdu xwişkên bi navê Sumeye û Qedriye bi otomobîla bûkîniyê çûne hola şahiyê û destên wan hatin xenekirin û hem xewna wan hate cîh û hem jî xelkê wê taxê bi keyfxweşiya wan şad bûn.

Rudaw
Top