• Wednesday, 24 April 2024
logo

Geştyariya zivistanê li Herêma Kurdistanê pêş dikeve

Gulan Media February 13, 2020 Corane
Geştyariya zivistanê li Herêma Kurdistanê pêş dikeve
Ew dema çend rojan e ku pêleke bihêz a berfbarînê her çar parçeyên Kurdistanê li xwe girtiye û tevî çiya û bilindahiyan li piraniya bajar û bajarokên Kurdistanê gelek berf bariye.

Li Başûrê Kurdistanê jî çiya, bajar û bajarok bi giştî rûyê erdê bi rengî spî yê berfê xemilî ye.

Li çiyayê Korekê jî ku li sînorê qezaya Soranê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ye, û bi 2127 metran li ser asta deryayê bilind e, rêjeyeke zêde ya berfê bariye û bûye sedema geşbûna geştyariya zivistanê.

Li gor amarên fermî, rêjeya geştyarên demsala zivistanê li Başûrê Kurdistanê, sal li pey sale zêdetir dibe. Her li gor wan amaran, di sala 2017ê de di navbera 50 heta 70 hezar geştyaran di demsala zivistanê de serdana Herêma Kurdistanê kiribûn, lê di sala 2018 de ew hejmar bilind dibe bo 300 hezar kesan.

Lê belê di heman sala 2018 de bi giştî 3 milyon geştyar serdana Herêma Kurdistanê kirine, ku ew yek nîşan dide hêj hejmara geştyarên demsala zivistanê li Kurdistanê gelek kêm in û tenê %10 ji hejmara giştî ya geştyaran pêk tîne.

Amarên fermî yên Desteya Geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê nîşan didin, ku hejmara geştyarên demsala zivistanê di sala 2019an de zêdetir ji %30 ji hejmara wan a di sala 2018 de zêdetir bûye û gihîştiye 400 hezar kesan. Her di heman salê de bi giştî 3.7 milyon geştyar hatine Herêma Kurdistanê.

Hevkara me Seher Edîb realgrafîkek derbarê geştyariya zivisanê ya li Kurdistanê de amade kiriye.

Rudaw
Top