• Saturday, 20 April 2024
logo

Ciwanê Kurd ê karkerê înşeatê bi dengê xwe bûye rojev

Gulan Media February 9, 2020 Corane
Ciwanê Kurd ê karkerê înşeatê bi dengê xwe bûye rojev
Ciwanekî Kurd bi dengê xwe bala her kesê kişand û deng veda.

Kurte vîdeoyeke ciwanekî Kurd li ser torên civakî belav bûye ku di serî de hunermend, bala her kesê kişandiye.

Ew vîdeo ku bûye cihê serinca her kesê, li înşeatê hatiye girtin û ew ciwanê Kurd dema ku kar dike di ber re jî kilamekê dibêje di wê vîdeoyê de.

Hunermendê Tirk ê navdar Zulfu Lîvanelî jî ew vîdeoya wî ciwanê Kurd li ser hesaba xwe ya twîtterê belav kir û got ku ew li vî ciwanî digere.

Lîvanelî wiha nivîsandibû, “Dengekî wiha zû bi zû nayê dîtin. Xwezila me dîtiba û di serî de li Amedê, min ew weke hunermendekî mêvan vexwandiba bo konsertên xwe.”


Piştî vê banga Lîvanelî, hunermendê Kurd Mahsun Kirmizigul jî li ser hesaba xwe banga dîtina ciwanê Kurd kir û aşkere kir ku ew dê aranjoriya wî ciwanî bike û dê bo bibe alîkar.

Piştî vê dengvedana li ser torên civakî, Zulfî Lîvanelî li ser hesaba xwe ya twîtterê aşkere kir ku wan ew ciwan peyda kirine û got ku ew xelkê bajarê Wanê ye li Bakurê Kurdistanê û herwiha got, “Tişta ji destê me bê em bikin.”

Lîvanelî herwiha ragihand ku ekîba wan li gel wî ciwanê Kurd di peywendiyê de ye. Lê heta niha navê wî ciwanê Kurd ku li înşeatê kar dike, nehatiye aşkere kirin.

Herwiha mamosteyên şanê û analîstên deng jî li hemberî dengê wî ciwanê Kurd matmayî mane ku bêyî perwerdeyeke deng gelek xweş û serkevtî distrê û amaje bi wê dikin ku dengekî xwezayî ye.

Rudaw
Top