• Friday, 19 April 2024
logo

Apple, firoşgehên xwe yên li Çînê dadixe

Gulan Media February 1, 2020 Corane
Apple, firoşgehên xwe yên li Çînê dadixe
Şîrketa Apple ragehand, ji ber şewba vîrusa korona li Çînê hemû firoşgehên xwe dê dabixe.

Di daxuyaniya şîrketa Apple hat ragehandin, li ser rûyê erdê Çînê hemû firoşgehên me yên hene heta 9ê Sibatê dê daxistî bin.

Daxuyaniya Apple de li ser vê biryarê bi hûrgilî agahî nehatin dayîn.

Li gor Komîsyona Tenduristiya Netewî ya Çînê, ji ber şewba vîrusa korona li Çînê 24 demjimêrên dawiyê de tenê 46 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bi vî awayî ji ber korona heta naha kesên ku jiyana xwe ji dest dane hejmara wan bû 259 kes.

Berî naha jî gelek şîrketan li ser pêşketinên li Çînê xebatên xwe dabûn rawestandin.
Top