• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Stenbolê Pêşengeha Mobîlya bi beşdariya 130 welatan birêve diçe

Gulan Media January 23, 2020 Corane
Li Stenbolê Pêşengeha Mobîlya bi beşdariya 130 welatan birêve diçe
Yek ji mezintirîn pêşengehên cîhanê ku li qada mabîlya (kereste) li Stenbolê birêve diçe. Pêşengeha Mobîlya ya Stenbolê bi beşdariya kompaniyên ji 130 welatan, 16. car deriyên xwe vekirin.

Pêşengeha Mobîlya ya Stenbolê, ango duyemîn pêşengeha mezin ya cîhanê ku li qada kereseteyan tê lidarxistin bi eleqe û hêviyên mezin dest pê kir. Yek ji qadên ku tevî qeyrana aborî jî berdewam e di geşbûna xwe de bi bendewariyeke mezin li wê dîdariyê ye. Pêşengeha keresteyan 16. Car bi beşdariya zêdetirî 750 kompaniyan destpêkir. Aktêrên qadê kêfxweş in ji eleqeya heyî û hêviyên wan jî mezintir in.

Tirkiye li cîhanê yek ji wan welatan e ku herî zêde kereste ango mobîlya hinarde dike. Ew pêşengeh jî dîdariya herî girîng ya vê qadê ye. Ji ber wê eleqe jî ji her carên dîtir mezintir û germtir e.

Derbarê bazara mobîya a Tirkiyê de Serokê Komeleya Mobîlyakaran Eyûp Vûral Aydin ji Rûdawê re got: “Sektora mobîlya bo Tirkiye sektoreke stratejîk e. Ji ber ku bi lez geş dibe. Sala çûyî yek ji wan qadan bû ku herî zêde hinardê lê hebû. Ji sedî 15 geş bû. Di sala 2002an de qebareya dahata vê qadê 160 milyon dolar bû. Lê heta niha 22 qat zêde bûye û îsal gihîştiye 3.5 milyar dolar. Hêviyên me îsal jî mezin in.”

Tirikye di warê mobîlyan de yek ji welatên herî mezin e. Sala çûyî dahata vê qadê bi giştî 3.5 milyar dolar bû. Ji bo 179 welatan kereste hatin hinardekirin û tê payîn ku îsal rêjeya dahata qadê bigihîje 4 milyar dolar. Pêşengeha Stenbolê jî li gor vê qebareya mezin tê sazkirin û îsal ji 130 welatan şandên kiryar hatine vexwendin.

Sekretera Giştî ya Konfederasyona Mobîyakaran Arzu Bayraktaroglu jî wiha axivî: “Çi ji Rojhilata Navîn, çi ji Amerîka, çi ji Ewropa û Rojhilata Dûr. Ji gelek welatan kiryar li vir mêvanê me ne û berhemdêrên me dikarin bi wan re rû bi rû danûstandinê bikin. Bandora vê qadê gelek mezin e ji hinardeya welatê me.”

Li gor amarên ku hatine ragihandin di çarçoveya vê pêşengehê de tê payîn ku bi qasî 2.5 milyor dolar peyman bêne îmzekirin û di nava salê de ew berhem bêne hinardekirin. Yek ji welatên ku herî zêde ji Tirkiye kereste dikire jî İraq e. İraq ji sedî 90ê keresteyan ji Tirkiye distîne. Rêjeya sala çûyî 500 milyon dolar e. Ji ber ku ew hinarde ser bi herêma Kurdistanê ve tê kirin, çavê karsazên Başûrê Kurdistanê jî weke her sal li vê pêşangehê ye.

Karsazê ji Duhokê Arî Gazî jî got: “Stenbol cihekî baş e, û nêzikî me ye. Mobîlya û qumaşê wan jî bo me qelîteyek baş e. Tirikye nêzikî me ye û ji ber wê zûtirîn dem kereste digihîjen ber destê me. Em gelekî kêfxweş in ji vê pêşangehê jî.”

Pêşengeh îsal li ser 150 hezar metre çargoşe hate danîn. Tê payîn ku îsal zêdetirî 150 hezar kes ku pirainay wan firoşkarên ji welatên cihê ne, seredana pêşengehê bikin. Pêşengeha ku trenda sala pêş ya dîzayn û sêwirandinê li xwe digire dê 7 rojan berdewam be.

Rudaw
Top