• Tuesday, 30 April 2024
logo

Li Hewlêrê maratona duyem a paskîlê birêve çû

Gulan Media December 14, 2019 Corane
Li Hewlêrê maratona duyem a paskîlê birêve çû
Li paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê, Maratona duyem a paskîlê hat li darxistin.

Di Maratona bi nave “Ride On” de gelek siyasetmedar, hunermend û navdar ji Kurdistanê, herweha hejmarek zêde jin jî amade bûn.

Maraton bi beşdariya 500 ajokarên paskîlê û di çarçoveya 7 kilometreyan de pêk hat.

Maraton ji Park a Şar destpê kir û heta Keleha Hewlêrê dom kir.

Sala borî jî heman maraton pêkhat û îsal jî serpereştiya maratonê rêxistina koça navnetewî IOMêkir û bi sponseriya K24ê birêve çû.

K24
Top