• Tuesday, 30 April 2024
logo

Kurdistanê dest bi kempîna çandina 2,5 milyon darên Berû kir

Gulan Media December 13, 2019 Corane
Kurdistanê dest bi kempîna çandina 2,5 milyon darên Berû kir
Kempîna çandina darên Berûyê li Herêma Kurdistanê dest pê kir. Kempîn ji aliyê Desteya Parastina Jîngehê û bi Alîkariya Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê û herwiha jîngehparêzên Herêma Kurdistanê hatiye destpêkirin û dê heftiyekê berdewam be.

Di wê kempînê de, xelkê asayî, xwandekar û çalakvan beşdar dibin û biryar e di çarçoveya wê kempînê de zêdetir ji 2 milyon û 500 hezar darêmn Berû li Kurdistanê bêne çandin.

Şeyma Ebdulqadir ku fermanber e û yek ji beşdarên wê kempînê ye, dibêje: “Destpêkê wek erkekî niştimanî û paşê ji bo parastina jîngehê, min we karekî gelek baş dît. Pir kêfxweş bûm ku min beşdarî di vê kempînê de kir.”

Ramîn Cîhad beşdarekî din ê kempînê ye, ku xwandekar e. Ew dibêje: “Ev kar dê bandoreke mezin li ser jîngehê û candaran hebe û kêfxweşim ku beşdar bûme.”

Xwandekara zanîngehê, Bestûr Mihemed jî amaje bi wê yekê dike, ku jîngeha me ji xwe jîngeheke xwezayî ye. Pêwîst e em van tiştan zêde bikin ku di jîngeha me de hene.

Kurdistan û bi taybet zincîre çiyayên Zagrosê, jîngeha serekî ya çendîn corên darên Berû ye. Bi gotina Wezareta Çandiniyê, 85% ji daristanên xwezayî yên Herêma Kurdistanê, ji darên Berûyan pêk tê ku ji ber birîna wan ji bo dabînkirina sotemeniyê, geşeya bajarsaziyê û guhertinan, niha di metirsiyê de ne.

Berdevkê Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Husên Heme Kerîm derbarê armanca kempînê de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Me ev kempîn ji bo wê yekê ragihaniye ku çend peyaman bigihînin hevwelatiyan, ku hemû alî ji bo parastina daristanan û zêdekirina rûberê keskayiyê alîkar û hevaheng bin.”

Dara Berû eger di du heta sê salên destpêkê yên temenê xwe de bikare geşeyê bike, bi awayekê di zewiyê de reh digire ku dikare bi dehan salan bijî û rê li herikîna xweliyê jî bigire.

Ew car bi hilmijîna pêkhateyên xirab û zirarbexş ên nav xweliyê, alîkariya paqijkirina av û xweliya derdora xwe dide. Herwiha gelek sudden wê ji bo mirov û jîngehê hene.

Serokê Rêxistina Avyar ji bo Huşyariya Jîngehê, Aso Şikak radigihîne: “Ev cihê kêfxwşiyê ye, ku ev kempîna ji bo çandina darên Berû li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye, wê yekê dibêje me ku rêjeya keskayiyê di çend salên pêşiya me de dê zêdetir bibe.”

Dara Berûyê gelek temendirêj e ku temenê wê di navbera 200 heta 400 salan de ye, gelek caran jî li Herêma Kurdistanê darên Berû hatine dîtin ku temenê wan zêdetir ji 1000 salî bûne.

Top