• Tuesday, 30 April 2024
logo

Restoranta Kurdî berbijêr e bo ‘Xelata Baştirîna Londonê’

Gulan Media December 1, 2019 Corane
Restoranta Kurdî berbijêr e bo ‘Xelata Baştirîna Londonê’
Restoranta Kurdan a bi navê ‘Nandîne’ di nav baştirîn 4 restorantên Londonê de hat destnîşankirin. Nandîne eger di wê pêşbaziya ku niha dewm dike de weke yekem bi hilbijartin, dê xelata baştirîn restoranta 2019an werbigire.

Restorata Nandîne sala 2016an li şeqama Vestery a Londonê, ji aliyê Perî Baban, hevjînê wê Pola û zarokên wan Renc û Raman ve ku malbateke Kurd e, vekirin û vê restorantê di heyameke kurt de, ji aliyê xelkê Londonê ve hat hezkirin û di nav 3 salan de jî cihê xwe di nav baştirîn restorantên Londonê de girt.

Malpera Eater a Brîtanî, piştî lêkolîneke 4 mehî, 4 restorrantên herî baş ên Londonê aşkere kirin û niha pêşbaziya restoranta Kurdî Nandîneyê li gel restorantên din ên bi navên Flor, Tata Eater û Mester Wi berdewam dike. Di malpera Eater de di çarçova wê pêşbaziyê de xwarinên ciyawaz ên Kurdan, cureyên seleteyan, borek û beqlawa tên nasandin.

Restoranta Nandîne meha Tîrmehê li Londanê sêyem şaxa xwe vekir.

Li restoranta Nandîne dema şîvê ji mişteriyên xwe re pêşxwarineke ku ji çend cureyan pêk tê pêşkêş dike. Di pêşxarinê de kutilik, dolmeyên pîvazan, qelî û şînkahî tê pêşkêş kirin.

Nivîskar û şarezayê xurekan Conasan Nan, di malpera Eater de, derbarê Nandîneyê dibêje, “Eger London, New York ba, xelkê wê bi komî serdana Nandîneyê kiriban û dê ew restorant cihê xwe li ser bergên kovaran bigirta.”

Renc Baban jî dibêje, “Em dixwazin xwarin û pêşxwarinên Kurdî li herêma Kembirwel pêşkêşî mêvanên xwe bikin.”

Beşa Londonê ya Malpera Eaterê, di naverasta Cotmehê de, daxwaz ji şopînerên xwe kir ku navê restoranta ku diecibînin û jê hez dikin, li malperê binivîsin. Di wê pêşbaziya di navbera 14ê Cotmeh û 10 Mijdarê de, daxwaz ji şopîneran hat kirin ku ew forma di malperê de cih digire tijî bikin.

Di wê formê de daxwaz ji beşdaran hat kirin ku restoranta herî baş, xweş, karîger û tehma xwarinên wê xweş a Londonê destnîşan bikin. Vekirina wê restorantê di heyama pêşbaziya par û bi awayekî serbixwe, di nav mercên wê pêşbaziyê de cih digirin. Nandîne ku xwedî wan şert û mercan bû, şaxa wê ya duyem a li Londonê hat vekirin.

Xwarinên Kurdî li lênûska xwe dinivîsandin

Perî Baban ku ji herêma Qeladizê ya Kurdistanê ye, sala 1989an ji ber êrişên rejîma Beasê mala xwe bicî hişt û koçî herêmên din ên Kurdistanê kir. Ji vê rêwîtiya xwe ya koçberiyê de li nav Kurdistanê Periyê dewlemendiya xwarin û sifreya Kurdî dît û di wê heyamê de her dera ku diçûyê, nav û çêkirinan ku wê didîtin, her tim li lênûska xwe tomar dikir.

Ew heyama destpêkirina zanîngehê bû ku Perî wê demê di temenê xwe yê 18-19 saliyê de bû, lêbelê nekarî bikeve ezmûnan.

Perî ji malpera Vays a Amerîkî re diyar kiriye, “Min nekarî bikevim ezmûnên zanîngehê, ji ber ku ez neçar bûm ku birevim. Lê wê demê ez fêrî gelek tiştan bûm û ew tiştên ku ez fêr bûm, bûn sedem ku hezkirina min li hember xwarinan zêde bibe. Ji ber ku ji rojhilat heta başur li her herêmeke Kurdistanê xwarin û şêwazê çêkirina wan ji hev cuda bû.”

Perî li gel herdu kurên xwe restoranta Nandîne birêve dibin

Perî ku ji ber êrişên Beasê reviyabû Rojhilat, Pola nas kir û li gel wî zewicî

Perî, piştî salekê ji bicîhiştina Qeladizê li Rojhilat, hevjînê xwe Pola nas dike. Perî û Pola ku sala 1995an zewicîn, li Brîtanyayê bicih bûn. Perî ku sala 1998an li Londonê cihekî firotina rojname û kovaran vekir, bi piştevaniya hevjînê xwe Pola, kursên Îngîlîzî, kompîtur û ciwankariyê wergirtin.

Perî wan deman ji bîr nake ku zarokê xwe dibir dibistanê û vedigeriya kar û piştî kar diçû ji dibistanê zarokê werdigirt û paşê hemû malbat bi hev heta demjimêr 20.00an diman li bendê.

Perî bo wan rojan dibêje, “Belê, ez gelek diwestiyam lê min ew yek dixwast. Şens û derfet her tim li deriyê mirov nadin.”

Malbata Baban sala 2008an biryar dide bikeve nav sektora xwarinê. Bi çêkirina sandiwîcan dest bi kar dikin. Li gor Perî û malbata wê, li restoranta Nandîne, xwarinên navdar ên Kurdî bi şêwazekî din tên nûkirin.

Lênûska wê di serkevtina wê de xwedî roleke girîng bû

Lênûska Periyê xwedî roleke girîng bû di pêşkêşkirina xwarinên Kurdî bi şêwazeke nû ku ew xwarin ji aliyê Ewropiyan ve gelek caran weke xwarinên Rojhilata Navîn dihatin zanîn.

Perî dibêje, “Xwarin dîsa, xwarinên resen ên Kurdî ne. Lê li welatê me şîr, to, mast û cureyên wan hene. Lê li vir em berhemên ku ne şirînin bikar tînin. Herwiha em rûn û to gelek bikar nayînin.”

Di vekirina restoranta Nandîne de piştevaniya mezin Renc û Raman dan dyika xwe xwe. Herdu bira bi hevbeşî restorantê birêve dibin. Bavê wan Pola jî şêwirmendiya bazriganiyê dike, Perî jî şefa restorantê ye û lênûska wê ya ku hemû ew xwarinên di rêya koçberiyê de dîtibûn, lê tomar kiribûn jî bi dîwarê restorantê ve hilawîstî ye.

Di nirxandineke di rojnameya Guardianê de, derbarê Nandîneyê detê gotin, “Belê Nandîne, xwarinên Tirkî û Rojhilata Navîn dizanin.Bifikirin ku di xwarinên Kurdî de şareza ne. Lê di mijara xwarinên Kurdî de, xelkek heye ku taybet xwarinên ji tûzik û kerewîzê hatine çêkirin, daxwaz dikin.”

Xelatên Eaterê roja 10ê Berfanbarê bi merasîmekê dê pêşkêşî xwediyên wan bên kirin. Li gor Eaterê, xelata baştirîn jî dê pêşkêşî restoranta herî baş bê kirin.

Rudaw
Top