• Tuesday, 30 April 2024
logo

Seyîd Sadiq- Pêşbirkeke duçerxeyî tê encam dan

Gulan Media November 29, 2019 Corane
Seyîd Sadiq- Pêşbirkeke duçerxeyî tê encam dan
Navenda Werziş û Lawan ya Seyid Sadiqê, pêşbirkeke duçerxeyî ya kuran û keçan ya Seyid Sadiqê encam da.

Navenda Werziş û Lawan ya Seyid Sadiqê Teha Hemecan BasNewsê ra axivî û got: “Navenda Werziş û Lawan ya Seyid Sadiqê, di çarçêweya kar û çalakiyan da pêşbirkeke duçerxeyî bo kur û keçan li Seyid Sadiqê encam da.”

Herwiha Teha Hemecan: “Sercem werzişdost û duçerxebazên sînorê Seyid Sadiqê agahdar dikin. Ew kesên dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, dikarin heta roja 03/12/2019an navên xwe li Navenda Werziş û Lawan ya Seyid Sadiqê tomar bikin.”

Herwiha Teha Hemecan daye zanîn ku pêşbirke bo kuran 5 kîlometre ye û bo keçan jî 3 kîlometre ye.

Basnews
Top